Ka misîn?
Ez ê di nivîsa xwe ya îro de, qala serpêhatiyeke xwe bikim.

Ez ji bo bernameya Jiyana Dayikan çûm gundekî Qerejdaxê. Hevalên min ên kameravan ji bo detayên bernameyê bikişînin bi nav gund ketin û bi qasî pêncî zarok jî li pey wan, bi şermokî di guhên hev de dikirin pitepist û dikeniyan û derdorê nîşanî hevalên me didan.
Abla Abla, li vir kaniya maran heye, were wê jî bikişîne!
Yê din digot;
Abla quloçê beranê me metreyek dirêj e, were wî jî bikişîne!
Û hîn gelek detayên din ên kêşanê. Ez serê we neêşînim, hevalên me, kêşana nav gund qedandin, em ê dest bi kêşana axaftinê bikin.
Me merşek ji mû li ber diwarekî kevirîn raxist, keçên hevalên me kamerayên xwe sererast kirin, min rahişt mîkrofona destan, ez û dayika Xezalê em li ser merşa ji mû rûniştin, me pişta xwe da dîwêr, hevalan îşareta ku em amade ne da û min got;
Ji bernameya Jiyana Dayikan dem baş temaşevanên hêja, em vê hefteyê, li qûntarên Qerejdaxê, li gundê (x.l,w.r.) ne.
Bi gotina min re, meleyê mizgeftê got; Allah û Ekber, Alaaaaaah û Ekber,,,,,
Di wê navberê de hevalên li paş kamerayê îşareta rawestandinê dan û em sekinîn, lê nêzîkî sed kesî, zarok, xort, pîr û kal li dora me kom bibûn û bi baldarî em dişopandin.
Dema em rawestiyan, dayika Xezal pirsî ku em çima rawestiyane?
Min got yadê mele bang dide.
Yên ku li derdorê me dişopînin, wechê wan qelibî û ji dora me belav bûn. Piştî deh pazdeh deqeyan, min dît çend kesên ku şelwarê wan erdê dimale û her yek di destê wan de şivek terr û ber bi me ve tên!
Min li keçên kameravan nihêrî, min got, aha, weleh îş giran e!
Beriya ku bigihîjin cem me, hema min mîkrofona destê xwe danî û min got; dayika Xezal ji kerema xwe ka misîn?
Dema min rahişt misîn û ew kesên darbidest gihîştin cem me, min milê xwe hetanî enîşkê hildabû û min bi deng ayetên desmejê xwendin.
Ma hûn ji dengê azanê aciz in?
Ma hûn ne ji ometa Muhemed in?
Yekî ji wan şerwaldirêjan got;
Ji bo çi we gotiye bila dengê azanê nekeve nav axaftina me?
Şalika limêjê di destê min de, min bang li dayikê kir;
Yadê haaaa yadê, ma li vir berê qiblê li kîjan alî ye?.
Hevalê min li min dinihêrtin û di hundurê xwe de dikeniyan. Weleh min limêja hefteyekê qeza kir û me bernameya xwe xelas kir û me berê xwe da Amedê.
Ji wê rojê û vir ve, ez misîn û şalika xwe bi xwe re digerînim.


