Gotinên pêşiyan û biwêj

Di perwerdeyê û hin çavkaniyên nivîskî de, biwêj û gotinên pêşiyan pirî caran têne tevlihevkirin. Her çendî ku her du berhemên hevpar ên çanda gelêrî ne lê ji hêla avahî, wate û erkê ve ji hev cuda ne.

1 deqe xwendin
Gotinên pêşiyan û biwêj

Her netewe ezmûn, êş, zehmetî, rihetî, kêfxweşî, şîn, şahî, zanyarî û geşedanên jiyanê yên ku bi saya zimên pêk tên diparêze;  vedugihêze peyrewên xwe û dêwera nifşên bê. Her du amûrên vê veguhastin û ragihandinê biwêj û gotinên pêşiyan in. 

Ziman tenê ne amrazeke ragihandinê ye; di heman demê de gencîneyeke çandî ya zindî ye ku bîr, ezmûn, nirx û nihêrîna cîhanê ya civakekê jî hildigire. Belê, di jiyana rojane, di warê perwerdeyê û heta di hin çavkaniyên nivîskî de, biwêj û gotinên pêşiyan pirî caran têne tevlihevkirin. Her çendî ku ev her du hêmanên ferhengê berhemên hevpar ên çanda gelêrî bin jî, ew ji hêla avahî, wate, erk, peywir û bikaranînê ve ji hev cuda ne. Cudahiya navbera wan tenê ne rêzimanî ye; ji hêla şêwaza fikirîn û derbirînê ve jî cudahiyeke bingehîn e. 

Gotinên pêşiyan hişmendiyeke hevbeş a civakê, belê biwêj hêza derbirîna bedewkariya zimên temsîl dikin. Peywira gotinên pêşiyan pend û şîret in ; peywira biwêjan sêwirandin û ravekirin e. Gotinên pêşiyan biryarekê radigihîn in, bele biwêj bi awayekî zelal rewşekê nîşan didin. Ji ber vê yekê, dabeşkirina gotinên pêşiyan û biwêjan di heman vebirê (kategoriyê) de tê wateya tevlihevkirina du peywirên cuda yên zimên. Gotinên pêşiyan, rewşa zanyariya civakê ya dawerivandî nîşan didin. Gotinên pêşiyan gotinên kurt in ku di encama ezmûna salan de derketine holê û ji aliyê civakê ve wekî rastiyekê têne pejirandin. Ew, berhema ezmûna hevbeş (kolektîf) in, ne ramanên takekesî ne.


Wekî mînak:

“Av di golan de genî dibe.” (Sersariyê bi bîr dixe).

“Destê bi tenê deng jê nayê”. (Tenêtiyê bi bîr dixe)

“Malê xesîs, dihere ji kîs.” (Çikûsiyê bi bîr dixe)


Ev gotin tenê rewşekê venabêjin, rêgezeke jiyanê jî nîşan didin. Gelek tiştan fêrî mirovan dikin ku ew ê çawa tevbigerin,  dê bi çi encaman re rû bi rû bimînin an jî bi bîra mirovan dixin ku jiyan li gor kîjan rêzik û qaydeyan tê birêvebirin.

Ji hêla perspektîfa zimannasiyê ve, gotinên pêşiyan hevokên temam in ku dadbariyekê diyar dikin. Ew bi serê xwe wateyekê hildigirin û pêdivî bi ravekirineke din nîn e. "Kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe.” Ev gotin bi tena serê xwe, ramanekê derdibîre. Guhdar bêyî ravekirineke din peyama mebestkirî baş fêm dike. Armanca sereke ya gotinên pêşiyan hînkirin e. Ji ber vê yekê, ew xwedî karektereke fêrker in. Nirxên exlaqî yên civakekê, dîsîplîna (rêzkariya) kar, çanda hilberînê, hesta hevgirtinê û felsefeya jiyanê bi rêya gotinên pêşiyan ji nifşekî ji bo nifşekî din têne veguhastin. Ji vê hêlê ve, gotinên pêşiyan mîna makeqanûneke bingehîn a neteweyekê ne. Belê biwêj jî, amûra derbirînên bedewkar ên hest û ramana wê neteweyê ne. Berevajî gotinên pêşiyan, armanca biwêjan a pend û şîretdayînê nîn e. Peywira wan ew e ku rewş, tevger an jî hest û ramaneke bibandor û berbiçav rave bikin.

Mînak: 

“Di ser guhê xwe re avêt” (Guhnedan/paşguhkirinê, derdibîre). 

“Çavên wî/ê têr nabin.” (Çavbirçîtî û çilekiyê derdibîre). 

“Dilê min jê ma.” (Gazin û dilmayînê derdibîre). 

Gava ku bi tena serê xwe tên gotin, şîretan pêk naynin. Belê, vegotinê xurt dikin û di hişê mirov de wêneyekî zindî diafirînin. Li şûna ku meriv bibêje “guh nadiyê”, bibêje  “di ser guhê xwe re diavêje” bandora hest û ramanê xurtir dike. Dema ku li şûna gotina  “çavbirçî ye”, gotina  “çavên wî/ê têr nabin.” tê gotin, dirûvê peyamê diguhere û wate kûrtir dibe. Li şûna ku mirov bibêje “dilmayîn heye”, mirov bibêje “dilê min jê ma” rasterê neyîniya gotin an tevgera kesekî/ê tê destnîşankirin. Ji aliyê zimannasiyê ve, biwêj bi gelemperî di dirûvê hevokan de ne. Pirî caran di nav hevokekê de têne bikaranîn û bi serê xwe dadbariyeke tevahî derdibîrin.

Wekî nimûne: 

“Dayik, ji bo zarokên çi ji destê wî/ê tê texsîr nake.” Di vê hevokê de du biwêj hene. Li vir, "texsirnekirin" biwêj e.  Belê bi tena serê hest û ramanekê dernabîre. Wekî beşeke hevokê wateyekê bi dest dixe. Ev taybetmendî yek ji girîngtirîn cudahiyên avahîsaziyê ye ku biwêjan ji gotinên pêşiyan vediqetîne. Aliyê hevpar ê biwêjan û gotinên pêşiyan ew e ku her du jî xwediyê çîrokekê/serboriyekê ne. Taybetiya biwêjan yek jê jî ew e ku peyvên ku tên bikaranîn ji wateyeke rastîn bêhtir wateyeke xaze (mecaz) di xwe de dihewîne. 

Ango cudatiya navbera gotinên pêşiyan û biwêjan a herî girîng û bingehîn a erkî ye. Ango erka darizandin û şayesandinê ye. Lewra gotinên pêşiyan daraziyekê, lê biwêj sêwirandinekê derdibîrin.

“Mirov bi sebrê, dibe milûkê Misrê.”

 Hevok temam e û daraziyek wê heye. Di vê gotina pêşiyan de ezmûn û rastiyeke gelemperî heye ku sebir mirov ber bi serketinê ve dibe. 

“Bi çar çavan li benda hatina wî/ê bû.” 

Ji ber ku ev vegotin tenê rewşekê vedibêje, biwêj e. Ti şîret an rêgezeke gerdûnî di xwe de nahewîne. Ev  her du derbirînên zimanî du awayên cuda yên hizirînê temsîl dikin. Di gotinên pêşiyan de agahî û şîret, lê di biwêjan de hêza derbirînê û bedewkarî derdedikevin pêş.


Gotinên pêşiyan û biwêj du tevînekên bîra çandî û neteweyî ne. Lewra ji hêla  perspektîfa lêkolînên çandî ve, gotinên pêşiyan û biwêj du tebeqeyên cuda yên bîra kolektîf (hevbeş) pêk tînin. Gotinên pêşiyan nirxên civakekê diparêzin. Biwêj jî  xeyal û dewlemendiya derbirîna wê civakê nîşan didin.

Bo nimûne, gelek gotinên pêşiyan ên bi zimanê kurdî şopa civakeke çandiniyê hildigirin: "Tu çi biçînî, tu yê wê biçinî." An jî, “ Tu çi di beroşê de daynî, tu yê wê bixwiyî.” Her wiha, “Yê/a ku neke cefê, naxwe sefê”. Ev gotin, çanda hilberînê û exlaqê kar û xebata mirov  nîşan didin. Di biwêjên devkî de, wêneyên ku mirov di jiyana xwe ya rojane de diafirînin derdikevin pêş: “Mû dike werîs”, “Dara bin xwe dibire.”


Ev derbirîn, civak bûyeran çawa dibîne û dema ku wan dibîne sembolan çawa bi kar tîne, nîşan dide. Ji ber vê yekê, gotinên pêşiyan bêhtir ramana civakî temsîl dikin, biwêj jî xeyalên civakî temsîl dikin. Lêkolînên derbarê derûnnasiya zimên nîşan didin ku mirov zimanê xaze bi awayekî cuda ji wateya rastîn vediqetîne. Ji ber ku biwêj di hişê mirov de nimayên xurt pêk tînin, bandora hestyariyê jî zede dikin.  Di navbera gotina “Zêde tirsiya” û “Ziravê wî/ê qetiya” de  têkiliyeke wateyî hebe jî gotina dawî  (Ziravê wî/ê qetiya) bandoreke hişmendî ya hê xurtir diafirîne. 

Di gotinên pêşiyan de rewş cuda ye. Gotinên pêşiyan di pêvajoya biryarwergirtinê de, rê bi ber mirovan dixin. Her wiha ji bo ku tevgerên mirovan bi rê ve bibin, wekî rêbernameyeke derûnî peywirê werdigirin.

Mînak: “Tirî bi sebrê dibe helaw.” Ev gotin, hem wekî pêşniyazekê û hem jî weke şîretekê tê fêmkirin. Ji ber vê yekê, gotinên pêşiyan bêhtir bandorê li ser ramanê dikin, lê biwêj bêhtir bandorê li ser hest û xeyalan dikin. Çend sedemên sereke yên ku pirî caran dibin sedema  tevlihevkirina gotinên pêşiyan û biwêjan hene. Lewra her du jî gotinên qalibgirtî ne. Her du jî ji çanda gelêrî der dibin û di avahiya her duyan de jî vegotinên mecazî (xaze) hene.