Tirkiye pişta xwe daye ronahiyê

Çiqas alim, zanyar, rewşenbîr akademîsyenên cîhanê yên ku remza ronahiyê ne û li aramiya siberoja Tirkiye û cîhanê difikirin, ji Tirkiyeyê dixwazin ku Mafê Hêviyê nas bikin. Hêza ku Tirkiyeyê bi rêve dime, li şûna guh bide rewşenbîrên cîhanê, dijberî vê yekê ne Mafê Hêviyê nas dike û ne jî zagonên azadiyê saz dike. Dijberî vê yekê dîsa tecrîdê giran dike û berê xwe dide tariyê.

1 deqe xwendin
Tirkiye pişta xwe daye ronahiyê

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) cezayê heta hetayê wekî îşkence qebûl kir û ji Tirkiyeyê xwest ku Mafê Hêviyê qebûl bike. Tirkiye li şûna ku Mafê Hêviyê qebûl bike û girtiyên ku cezayên wan qediyane serbest berde, dijberî vê yekê 3-4 caran berdana wan taloq dike û dubare dubare wan ceza dike. Heta niha bi dehan girtiyên siyasî ku 30 sal in girtî ne li ruxmê cezayê wan qediyane jî, bi taloqkirina ceza wan dubare ceza dike. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Zêdetirî 40 rojin şandeya Îmraliyê û malbat nikarin biçin giravê. Hêj gelek şandeyên ku ji nûnerên saziyên civakî, rêxistinên demokratîk, rojnameger û parazvanên mafên mirovn pêk tên, li ruxmê ku daxwaza hevdîtinê kirine jî, nikarin biçin Îmraliyê. Ev pratîka li dijî girtiyan nîşan dide ku Tirkiye Mafê Hêviyê red dike. 

Di 2014an de DMMEyê, ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Ciwan Boltan jî heman biryar da. Lê tevî bi ser biryarê re 12 sal derbas bûne jî heta niha Tirkiyeyê ti gav neavêtiye. Hem ji bo kesên navborî û hem jî ji bo girtiyên siyasî ku 30 sal in girtî ne Mafê Hêviyê qebûl nekiriye. Piştî 10 salan di îlona 2024an de Konseya Ewropayê salek wext da Tirkiyeyê ku Mafê Hêviyê pêk bîne. Lê Tirkiyeyê ti gav neavêt. Konseya Ewropa di îlona 2025an de kom bû û vê carê 9 meh wext da Tirkiyeyê ku Mafê Hêviyê nas bike û girtyan serbest berde. Lê 9 meh borîn dîsa Tirkiye ti gav neavêt. Li şûna gavan biavêje û Mafê Hêviyê nas bike, dijberî vê yekê girtiyên ku 30 sal girtî mane û cezayê wan qediyaye jî dîsa salek an 2 salan cezayê wan dirêj dike û dubare ceza dike. Dîsa zêdetirî 40 roj in hevdîtin nayê kirin û tecrîd didome. 

Ji destpêka 2026an heta niha gelek saziyên civakî, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê, zêdetirî 250 siyasetmedar, akademîsyen, nûnerên sendîka û civaka sivîl ên qada navneteweyî bi çalakiyên cuda bang kirin. Hemûyan bang li Konseya Ewropa kirin ku zextan li Tirkiyeyê bike da ku Mafê Hêviyê nas bike. Lê heta niha li şûna ku dewleta Tirkiyeyê gavan biavêje, dijberî vê yekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd giran dike. 

Li ruxmê ku gelek akademîsyen, rewşenbîr navdarên cîhanê bang li Tirkiyeyê dikin ku Mafê Hêviyê nas bikin jî, Tirkiye di tecrîdê de israr dike. Em li hewldanên 5 mehên dawî binihêrin em dikarin bêhtir helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Mafê Hêviyê zelal bibînin. 

Di 16ê sibatê de cîgirê serokê giştî yê MHPê Fetî Yildiz beriya 6emîn civîna tîma nivîsandina rapora hevpar a meclisê, got: “Mafê heviyê dê teqez di raporê de cih bigire.” 

Di 26ê sibatê de rewşenbîrên cîhanî yên navdar Edgar Morin, Alain Badiou, Slavoj Zizek û Michael Lowy jî di nav de banga hevpar a bi sernavê “Ji bo Abdullah Ocalan mafê hêviyê” parve kirin û gotin: “Em bang li hemû hêzên demokratîk, sekûler û pêşverû dikin ku guh bidin Ocalan.” 

Di 27ê sibatê de OHDê bi daxwaza bicihanîna “Mafê Hêviyê” ji Qada Şêx Sêîd heta Edliyeya Amedê meşek li dar xist. Hevseroka OHDê Ekîn Yeter xwest ku bêyî dereng bibe mafê hêviyê bê misogerkirin.

Di 20ê adarê de Komîteya Parastina ‘Mafê Hêviyê’ û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya navneteweyî ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest serbest bê berdan qampanyaya îmzeyan a navneteweyî da destpêkirin. Kampanya ku ji welatên cuda gelek siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û hunermend tev lê bûn û di demeke kurt de 500 îmze derbas kir.

Di 27ê nîsanê de 15 sendîkayên karkeran ên ji Spanya, Bask, Katalonya û gelek herêmên din, bi daxuyaniyeke hevpar bang li Konseya Ewropayê kirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafê hêviyê bê naskirin û ji bo tevlîbûna wî ya li pêvajoya aştiyê hemû astengî werin rakirin.

Di 14ê gulanê de zêdetirî 250 siyasetmedar, akademîsyen, nûnerên sendîka û civaka sivîl ên li qada navneteweyî bi nameyeke vekirî, ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza ‘Mafê Hêviyê’ kirin.

Di 28ê gulanê de li Parîsê, Hevserokên Konseya Kurdî ya Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û endamên dîplomasiyê, bi Berdevka Komîsyona Parastinê ya Partiya Sosyalîst a Fransayê Anna Pic re li Parlamentoya Fransayê civiyan. Di hevdîtinê de dosyaya derbarê “Mafê Hêviyê” radestî Anna Pic hat kirin û dosya pêşkêşî Parlamentoya Fransayê kirin. 

Di 4ê hezîranê de gelek saziyên mafên mirovan û hiqûqê û 10 baroyên bakurê Kurdistanê, berî civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) ya di 9, 10 û 11ê hezîranê de pêk hat, danezanek ji komîteyê re şandin. Danezan ji bo biryarên DMMEyê yên derbarê dosyayên “Ocalan 2”, “Hayatî Kaytan”, “Emîn Gurban” û “Civan Boltan” şandin.

Em dibînin ku hiqûqnas, akademîsyen û rewşenbîrên ku li cîhanê tên naskirin û remza rohahiyê ne, Tirkiye pişta xwe daye wan. Li şûna ku Tirkiye berê xwe bide ronahiyê, dijberî vê yekê berê xwe daye tariyê û pişta xwe daye ronahiyê.