Kadar Pîrê: Ji bo Rojhilat xebatên me didomin

Rêveberê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê der barê piştgiriya ji bo Rojhilat got: “Ji bo piştgiriyê xebatên me li Kurdistanê û derveyî welat berdewam dikin”

1 deqe xwendin
Kadar Pîrê: Ji bo Rojhilat xebatên me didomin

Rêveberê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê têkildarî kiryarên bi salane yên rejîma Îranê yên li dijî gelê kurd ê rojhilatê Kurdistanê, êrişên wê yên li ser xaka başûrê Kurdistanê, herwiha girîngiya yekrêziya kurdî ji ANHAyê re axivî. 

Kadar Pîrê bi bîr xist ku Saziya Kurdên Bêsînor sala 2010an li paytexta Lubnan Beyrûdê, ji bo bi armanca pêşgirtina li sûcên rêjîma Îranê yên li dijî gelê kurd hat avakirin û got: ''Li Îranê her sal keç û xort tên darvekirin. Ji ber mijara Sûriyeyê em nikaribûn bi Rojhilat re eleqedar bibin. Em dibêjin îro dîsa dem hatiye ku em di xebatên xwe de bal bikşînin ser Rojhilat.''

Kadar Pîrê di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku êşa li Rojhilat tê kişandin pir mezin e û wiha anî ziman: ''Çawa kurdistaniyan piştgirî da rojavayê Kurdistanê, divê piştgiriya rojhilatê Kurdistanê jî bikin. Ev yek ji bo başûrê Kurdistanê jî derbasdar e, Başûr di xetereyeke pir mezin de ye.''

Rêveberê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê bal kişand ser girîngiya yekrêziya kurdî û got: “Yekrêziya kurdî hebûna kurdan misoger dike. Herwiha diyar kir ku ew ji bo piştgiriya gelê kurd ê rojhilatê Kurdistanê di nava liv û tevgerê de ne. Dê xebatên wan li Kurdistanê û derveyî welat bi rêya hevdîtin û gihandina daxwazên gelê kurd bo raya giştî bidomin.”