Kalkan: Ji bilî serketina vê pêvajoyê paşerojeke din nîne

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan li Medya Haber TV nirxandin kir û anî ziman ku derbasbûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li qonaxeke nû di rojevê de ye.

1 deqe xwendin
Kalkan: Ji bilî serketina vê pêvajoyê paşerojeke din nîne

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan li Medya Haber TV nirxandin kir û anî ziman ku derbasbûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li qonaxeke nû di rojevê de ye. Dûran Kalkan bi berfirehî li ser pêvajoyê û geşedanên heyî rawestiya. Dûran Kalkan destnîşan kir ku ew neçarin vê pêvajoyê bi ser bixin û diyar kir ku serneketina pêvojoyê dê bibe felaketek.

Dûran Kalkan di despêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û ev tişt anî ziman: "Destpêkê mîmarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Rêberê Azadiyê Rêber Apo silav dikim. Wekî ku hate destnîşankirin, ji bo pêvajo derbasî qonaxek nû, qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye. Di serî de Rêber Apo vê hewldanê dimeşîne. Ji bo vê nexşerêyan amade kir û pêşkêş kir, nêrînên xwe anî ziman û rêya çareseriyê pêşniyar kir. Her wiha ji bo pêşiya wê were vekirin bang li rêxistinê û raya giştî kir. Gavên ku li ser vê bingehê hatine avêtin hene. Mînak, banga rêveberiya Tevgera me ya 26ê Cotmehê girîng bû.25 gerîla yên ku li Bakurê Kurdistanê bûn û şer dimeşandin, vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê; wan daxuyanî da. Rêveberiya Tevgera me ji raya giştî re ragihand ku hêzên gerîla yên li deverên krîtîk, ji provokasyonê re vekirîbûn û noqteyên ku wê rê li pevçûnan vekin vedikişin û dîsa ji bo li ser sînor heman rewş were sererastkirin dixebitin. Ev pir girîng bû. Bi tevahî li gorî ruhê banga 27ê Sibatê bû. Dîsa pêkanîna biryarên Kongreya 12emîn a PKKê bû. Berdewamiya wan çêbû. Ev berdewamiya şewitandina çekan a 11ê Tîrmehê bû. Bi rastî ev gavên pir krîtîk, cidî, girîng û pêşîvekirinê bûn. Her kes vê yekê teqdîr dike. Weke dîrokî dîtin. Destnîşan kirin ku ev yeke pêşîvekirine, ji bo prosedurên hiqûqî yên ku ji hêla Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve têne xwestin pêk bê û komîsyon jî di vî warî de xebatên xwe pêşve bibe êdî ti astengî nema ne û derî bi temamî hatiye vekirin. Ev bi rastî jî girîng e; ne tiştekî ku ti kes bi hêsanî hêvî bike yan jî bi dest bixe bû. Rêber Apo bi hişmendî, îrade û biryardariya xwe ev pêvajo pêşxist û gavên pratîkî avêt. Wekî tevgerê partiya me, kadroyên partiyê û hêzên gerîla pêwîstiya vê bangê bê kêmanî bi cih anîn û bi cih tînin.

Li pêşiya qonaxa duyemîn ti astengî nema ne

Bi domdarî Dûran Kalkan helwesta gelê kurd a ji bo pêvajoyê nirxand û wiha got: “Yanî ev tê vê wateyê ku hişmendiyek heye, têgihîştinek heye. Wisa li ser daxwaza hin kesan an jî bi zorê çênabe. Têgihîştinek, stratejiyek tê bicîhanîn. Û wêrekî û biryardariya xwe datîne holê. Rêber Apo vê yekê wekî gavên yekalî yên niyeta baş pênase kir. Qonaxa yekem a pêvajoyê jî bi vî rengî anî ziman. Li ser bingeha niyeta baş avêtina gavên yekalî... Wekî Rêbertî û Tevgerê me ev gav avêtin. Bi vî awayî, li pêşiya qonaxa duyemîn ti astengî nema ne. Qonaxa yekem, afirandina rewşa pratîkî û leşkerî ya ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn bû. Ev tiştên hatin kirin bi temamî ev yek pêk anî. Gel jî têkoşiya. Di vê çarçoveyê de li parçeyên Kurdistanê jî têkoşîn heye. Ciwan û jin di çalakiyan de ne. Bi taybetî li Rojava, qismek li Bakur çalakî bi pêş dikevin. Ji destpêka mehê ve kurdên li derveyî welat tevî dostên xwe ji Londonê heta Kolnê, careke din wekî Rêbertî û Tevgerê helwesta kurdan bi awayekî ku her kes dikare fêm bike nîşanî cîhanê dan. Hem bi coş, heyecan û biryardariya xwe û hem jî bi peyamên ku dan… Rêber Apo jî ji bo mitîng û meşan peyam şand. Ev jî pir têr û tije bû. Ji bo pêvajo rast were famkirin, nemaze ji bo diyarkirina erk û berpirsiyariyên mirovên li derveyî welêt îfadeyên dîrokî bûn. Ev yek coş û heyecan çêkir. Bi vî rengî ji bo civakîbûna pêvajoyê, dîsa ji bo aliyê Kurdan pêvajoyê wekî têkoşîna demokratîk bigire dest û pêş bixe asteke girîng derxist holê. Ez helwesta bi biryar û bawer a ku gerîla danî holê silav dikim. Ez helwesta bi biryar a ku gelê me yên li derveyî welat û dostên me ji Londonê heta Kolnê li ser bingeha banga Rêber Apo û pêvajoya ku pêşxistiye danîne holê, li ser bingeha meşên London û Kolnê silav dikim û pîrozdikim. Kesên beşdarî van çalakiyan bûn -wekî ku Rêber Apo aniye ziman- bi rastî jî di rewşeke ku pêşengiya pêvajoyê bikin de ne û peywireke dîrokî pêk tînin. Ji ber vê yekê ew timî silavkirinê heq dikin û ev bi rastî jî divê ev bê pêşxistin û berdewamkirin. Yanî ev pêvajoyek ne bêyî têkoşînê ye.”

Divê şertên Abdullah Ocalan biguherin

Dûran Kalkan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî vê çi hene? Em ne di wê rewşê de ne ku tiştekî pir nû bêjin. Agahiyên ku ji mere hatine, agahiyên dawî yên ji hevdîtina Rêber Apo bi malbata xwe û şandeya DEM Partiyê re kiribû ji me re hatine, nîşan dan ku derbarê rewşa Îmraliyê de guhertinek cuda çênebûye. Tecrîda li ser Rêber Apo berdewam dike. Wan ev yek eşkere anîn ziman. Gotin ku di rewşa Îmraliyê de ti guhertin çênebûye. Ev pir girîng e. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, şert û mercên kar û jiyana wî ber bi azadiyê ve neguhere, ma wê aliyê kurd pêvajoyê çawa birêve bibe? Ma wê Rêber Apo çawa birêve bibe? Divê hin derfet û firsend hebin ku wan veguherînin têkoşînek ji bo demokrasiyê. Lê ew derbarê vê yekê de pir giran in. Hin ji wan helwesteke dijber nîşan didin. Piştre jî li bendê ne ku her tişt li gorî wan çêbibe. Wisa nabe. Wekî din di xebata komîsyonê de jî tiştekî nû tineye. Hinekî hêvî dan. Ewqas civîn, nîqaş û danûstandin kirin. Bi rastî jî nêzîkatiyek siyasî nîşandaban, yanî li ser bingeha çareseriya pirsgirêka kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û afirandina çarçoveyek nû ya hiqûqî danûstandin bikin, hewl daban raya giştî beralî bikin, hişyar bikin û yekîtî çêbikin, wê gavê ev nîqaş wê watedar bibûna. Jixwe bêyî wê nabe. Bi pêvçûnê ev kar nameşe. Divê yekîtî bê avakirin. Lê tenê agahî tên berhevkirin. Yanî navê pirgirêkê jî tam lê nakin. Wê çarçoveya hiqûqî çawa bê kirin wê jî destnîşan nakin. Tenê tê gotin, "Ew ê pêşkêşî Meclisê bikin.” Gelek derdor dibêjin, ji bilî vê AKP jixwe qanûnan amade dike. Yanî ew li benda xebata komîsyonê namîne. Bandora wê li ser wan tineye. Yanî xebata komîsyonek wisa bi rastî cihê xwe negirt. Hîn bi Rêber Apo re hevdîtin nekirine. Wê jî kirine pirsgirêk. Hefteya borî gotin, "Em ê hevdîtin bikin," "Em ê hevdîtin nekin," "Em ê civînê bikin û plana wê çêbikin” lê hate paşxistin. Niha hîn jî tê nîqaşkirin. Li hemberî tiştên ku me kirin, wekî yên berê hem lîdertiya MHPê û hem jî ya AKPê daxuyaniyên erênî dan. Kêfxweşiya xwe anîn ziman. Ev pir baş e, lê wekî her carê evqas e. Pratîk tine ye. Tiştekî ku vê derbas bike û hewcedariyên pratîkî bicîh bîne, tine ye. Bêhtir parçebûna aliyê desthilatdarê didome. Serokê Giştî yê AKPê, Serokkomar Tayyîp Erdogan hin tiştan dibêje, rêveberiya AKPê tiştekî din dibêje. Çapemeniya nêzîkî AKPê tam berevajî vê yekê dinivîse û dibêje. Yanî nêrînên cuda cuda hene. Ew tevliheviyê diafirînin. Di rastiyê de xumam dikin. Yanî me fam nekir.”

Divê ew bi xwe tiştan bikin

Dûran Kalkan wiha pêl da axaftina xwe: “Bi rastî jî Devlet Bahçelî gav avêt û berpirsiyarî girt ser xwe. Wî bi xwe jî ev yek anî ziman. Her kesî dixwest bi vî rengî şîrove bike. Lê gotinên wî di pratîkê de bi cih nayên. Tiştên ku AKP û rêveberiya wê jî dibêjin bi cih nayên. Gava ku wisa dibe ew gotin li hewa dimîne. Ev tiştên tên kirin di nava raya giştî wekî pêşketinên ku bandorek erênî dihêle û çavdêriyê diafirîne dimînin. Ew jî dibin şirîkê tiştên ku em dikin. Li şûna ku ji tiştên ku em dikin re dibêjin baş e û bibin şirîkê wê, divê ew bi xwe tiştan bikin, tiştên baş bikin û propagandaya wê bikin. Bila çalakiyên xwe li ser vê bingehê pêş bixin. Nirxê wê çênabe. Em vê dikin. Ne bi daxwaza kesî ye. Ne jî bi zorê tê kirin. Em her tiştî li gorî têgihîştin, teoriya xwe û stratejiya xwe dikin. Em van tiştan li ser bawerî û girêdana xwe ya bi azadiya kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dikin û gav davêjin. Têkoşîna me ya berê jî ji bo vê bû. Ev girêdana bi nirxan re ye. Wê hişt ku şer bikin. Şer kir. Her kes dizane. Kes nikare înkar bike. Gelê kurd, ciwan, jin ji bo îspatkirina hebûna xwe, teşhîrkirina zîhniyeta qirker, mêtinger û sîstemê, rastiyê derxin holê, maskeya derewan daxin xwarê, li Tirkiyeyê rastiya kurd, li dora pirsgirêka kurd ronakbiriyeke tam û nêrîneke rast derxin holê, ev 41 sal in bênavber şer meşandin e...”

Siyaseta Tirkiyeyê ezmûneke baş nade

Bi berdewamî Dûran Kalkan li ser siyaseta Tirkiyeyê rawestiya û destnîşan kir ku siyaseta Tirkiyeyê ezmûneke baş nede û ev tişt anî ziman: “Em di wê baweriyê de ne ku ev heta radeyeke girîng pêk hatine. Wekî pêvajoyeke nû; têgihîştin, têkoşîn û stratejiya me çi pêwîst bibîne, ji bo bi cihanîna wê bêyî ku li şert û merc binêrin, bêyî ku encamên wê çi bin ne çi bin, bi baweriya ku rastî ev e, bi biryardarî vê gavê davêjin Ev rewşeke eşkere ye. Lê bi rastî jî siyaseta Tirkiyeyê ezmûneke baş nade. Ev siyaset wê di demek nêzîk de hilweşe. Wê bê mehkûmkirin. Ez vê yekê vekirî tînim ziman. Wê berdewam neke, hilweşe û wê bê nehkûmkirin. Wê çawa bê mehkûmkirin? Wê bibêjin MHPê got, nekarî bike. Wê bibêjin ewqas tişt di destê AKPê debûn, her tişt bi desthilata xwe ve girê da. CHP dibêje "Ez partiya damezrîner a Komarê me." Baş e, dema ku Komar hate damezrandin çawa bû û niha çawa ye? Taybetmendiyên serdema xwe ya ku hat avakirin, fam ne kiriye. Niha jî fam nekiriye. Bi desthilatdariyê re şerê desthilatê dimeşîne. Bernameyek demokratîk, tifaq û têkoşînê dananî holê. Yanî bernameya komara demokratîk dananî holê û li gorî pêdiviyên wê tevnegeriya. Hin partî hene. Bi awayekî erênî nêzî vê pêvajoyê dibin. Mesela, partiyên mîna Gelecek û DEVA; ev erênî ne, lê di pratîkê de têr nakin. Hîn jî li eniya siyaseta Tirkiyeyê gaveke nû tineye. Yanî tiştekî nû nehatiye kirin. Li ser mijarên pir teng û rûbirû nîqaşên tehrîk dikin hene. Lê şert û merc pir guncaw in.”

‘Pêvajoyê rast fam bikin’

Dûran Kalkan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Apo ev qonaxa duyemîn wiha pênase kir: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, divê gavên pêwîst ên hiqûqî bênavêtin; divê qanûnên entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê bên derxistin. Bala xwe bidinê, em ji bo xwe tiştekî naxwazin. Bi rastî em ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin. Wê civaka Tirkiyeyê ji Tirkiyeyeke demokratîk sûdê werbigire. Hin dibêjin, "Ew ji bo xwe vê û wê dixwazin." Çi eleqeya wê pê heye? Em dixwazin Tirkiye demokratîk bibe. Rêya vê di azadiya kurdan de derbas dibe. Em vê nabêjin. Mesut Yilmaz jî got, "Riya demokrasiyê ji Amed re derbas dibe." Turgut Ozal jî got. Serokên meclisê di guhdarkirina komîsyonê de ev tişt gotin. Ev gotinên girîng bûn. Lê guhertinek wisa çênebûye. Niha ji bo pêşxistin û bicîhanîna guhertinên ku ji hêla Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve têne xwestin, di têgihîştin û zihniyetê de gavên pêwîst nehatine avêtin. Hin gotinên bingehîn ên Devlet Bahçelî hene. Ew venaguherin polîtîkayên rojane û pêk nayên. Bi rastî, ew gotinên watedar in. Dema ku her yekê digirin dest, dibînin ku li ser bingeha wê gelek xebat heye ku bên kirin. Lê ew tenê di gotinê de dimînin. Ji bo ku ew di pratîkê de pêk bên ti liv û tevgerek tineye. Ji ber vê yekê, di derbasbûna qonaxa duyemîn û bicîhanîna hewcedariyên qonaxa duyemîn de pirsgirêkek heye. Hîn jî êş tê kişandin. Rêber Apo û em bi biryar in. Em dixebitin, yanî em têdikoşin. Divê her kes bikin û vê rewşê bibînin. Ev tê famkirin; pêşveçûna qonaxa duyemîn bi biryargirtina hin kesan wê pêk neyê. Ew ê bi civakîkirina pêvajoyê û têkoşîna civakê ji bo derbaskirina van astengiyan çêbibe. Ji ber vê yekê, ez bang li her kesî dikim ku pêvajoyê rast fam bikin û bi bandor têbikoşin.”

Nêzîkatiyên rantxur pêvajoyê sabote dikin

Bi berdewamî Dûran Kalkan destnîşan kir ku nêzîkatiyê rantxur hewil didin pêvajoyê sabote bikin û wiha got: “Piştî banga 27ê Sibatê, me bi gavên pratîkî yên ku me pêşxistin fam kir ku hem li hundir û hem jî li derveyî Tirkiyeyê derdoreke mezin ku ji pirsgirêka kurd û pevçûna ku wê afirandiye rantxuriyê dikin hene. Bi rastî mirov vê yekê bi baş fam dike. Wisa xuyaye ku ev pirsgirêka ku dibijên pirsgirêka kurd ji hêla van rantxuran ve ji bo ranta wê bixin hatiye afirandin. Ev sedsal e wisa ye. Hin kes ewqas ditirsiyan, ew dewletên mezin ditirsiyan. Ji ber ku sedsal e stratejiyên xwe li dora vê yekê ava kirine. Xwe bi vî awayî dane jiyandin. Rojhilata Navîn li ser bingeha pevçûna kurdan mêtine. Niha, dema ku ew bi rewşek wisa re rû bi rû dimînin wê rewşa bêpevçûnê çawa wan biguherîne? Ew ê çawa ji vê rewşê derkevin? Ew ê çawa ranta windabûyî telafî bikin? Ew di nava fikaran de ne. Yên ku hewl didin pêvajoyê sabote bikin ev in. Binêre, me di bernameya dawî de behsa vê yekê kir; piştî wê me dît ku êrîşên rantxuran di her astê de zêde bû. Ji derve gelek daxuyanî hebûn. Yanî zext hîn jî berdewam dike. Li ser kursiya serokê meclisê, ji serokwekîla meclisê Pervîn Buldan re ti gotin nema nekirin. Kesî dengê xwe nekir. Lê Pervîn Buldan bersiva ku heq dikir da aliyê rantxur, êrîşkaran. Prîm neda wan. Bi rastî ji bilî wan kesan, mînak ew neketin komîsyonê. Partiyên din endam şandin komîsyonê. Bawer dikirin ku komîsyon wê vê pirsgirêkê çareser bike. Ger wisa bûya, divê hemûyan wê bêdeng bikirana. Lê ti kesî tiştek nekir. Heta hin kes di bin simbêlan de dikeniyan. Tê famkirin ku gelek raxtxur hene ku di navbera kurdên azadîxwaz û demokrat de pevçûnê derxînin û jê sûd werbigirin. Di çapemeniyê de heye. Me destnîşan kir, li her derê hene. Divê em niha van rantxuran baş fam bikin. Ev nêzîkatiya rantxur li dijî pêvajoyê ye, hewl dide ku wê sabote bike. Ew li her derê êrîşên provokatîf dikin. Ew tehrîk dikin. Di çapemeniyê de çi dibêjin, di hunerê de çi dibêjin, di siyasetê de çi dibêjin, ew li hundir çi dibêjin, ew li derve çi dibêjin? Ev dijminên Tirkiyeyê ne, dijminên kurdan in, dijminên mirovahiyê ne, dijminên azadiyê ne. Divê em bi vî rengî lê binêrin.”

Pêvajo civakî dibe, lê gelek li bendê dimînın

Dûran Kalkan wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Li aliyê din gelek heye ku têdikoşe. Em vê dibînin. Jin û ciwanan çalakîlidar xistin. Xwedî li têkoşînê derdikevin. Ev yek bandorê li siyasetê jî dike. Di nava siyasetê de jî heye. Yanî yên ku baweriya xwe bi pêwîstiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tînin, baweriya xwe bi serketina wê tînin û di nava hewldana vê yekê de ne hene. Heta astekê fêhm kirine. Gav bi gav dikevin nava çalakiyê. Pêvajo civakî dibe. Çalakiyên jin û ciwanan ên dawî li Tirkiyeyê bû, li derveyî welat bûn. Pêvajoyê ber bi civakîbûnê ve dibe. Gelek rewşenbîr-hunermend jî ji bo vî aliyê meseleyê bang dikin: Li ser girîngiya siyasîbûna pêvajoyê. Beşeke bi vî rengî jî heye. Lê belê beşeke berfireh jî heye ku di navbera herdu aliyan de maye. Li bendê ne. Ew li ser pêvajoyê gotinên bi nakok bi kar tînin, xwe bêdeng dikin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye: Em li bendê bisekinin bê wê encameke çawa jê biafire. Li gorî wan eger pêwîstiyên Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi cih bêne anîn, demokratîkbûn pêk were em ê sûdê jê werbigirin. Nebe jî em ê li gorî wê tevbigerin. Yanî mejî û nêzîkatiyeke