KASEDê bi pêşandanekê cil û bergên Kurdî dan nasandin
KASEDê ji bo Newrozê li Eywana Dawetê ya Agaoglû ya li navçeya Sûrê bi pêşandanekê cil û bergên Kurdî dane nasîn.

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ji bo pîrozbahiya Newrozê li Eywana Dawetê ya Agaoglû ya li navçeya Sûra Amedê bi konserekê cil û bergên Kurdî dane nasîn. KASEDê îsal danasîna cil û bergên herêma Serhedê kir. Endam û nûnerên saziyên Çandî yên Amedê û gelek kes tev li bernamê bûn. Di destpêka bernamê de stranên Kurdî strîn û beşdaran li ber stranan govend gerandin. Seroka KASEDê Salîha Ayata Cejna Newrozê pîroz kir û wiha got: “Wekî hûn jî dizanin, bi salan e Kurd bi çanda xwe, bi dîroka xwe, bi hunera xwe, bi zimanê xwe li ser pêyan e. Taybet çend sal 2024an, Newroza Amedê tê bîra we ne wisa? Nehiştin em bi cil û bergên xwe têkevin qadê. Gelek ji me bertek nîşan da, em neketin qadê. Piştî wê jî wekî qada çandê, me ev biryar da; taybet qada çandê ya Amedê ya Kurd, me got: ‘Çi dibe bila bibe, her sal em ê bi cil û bergên xwe Newrozê pîroz bikin.”
Piştre koma Govendê ya bi navê “Jin” a KASEDê govend gerand û dîmenên rengîn ava kir. Piştre danasîna cil û bergên Kurdî destpê kir. Cilên bajarê Kurdîstanê yên cuda cuda hate danasîn. Beşdaran bi eleqeyeke mezin danasîn temaşe kir. Piştî danasînê kesên cil û berg li xwe kirin, govend gerand. Di dawiya bernameyê jinan agirê Newozê pêxist û Newroz pînoz kirin.


