Keleha vîn û berxwedanê: Kobanê

Hevserokê TEV-DEMê yê Kantona Firatê Enwer Muslim anî ziman ku eger çete têkevin Kobanê dê komkujiyeke mezin çêbibe û got: “Em ê heta dawî xwe û axa Kobanê biparêzin. Divê hemû gelê kurd, NY û Koalîson bi wijdan tev bigerin û em bi hev re li Kobanê xwedî derkevin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”

1 deqe xwendin
Keleha vîn û berxwedanê: Kobanê

Hêzên dagirker ên navdewletî û DAIŞê 11 sal berê 134 rojan li dijî Kobanê êrişeke pir giran û hovane pêk anî. Wer difikirîn ku eger Kobanê bixînin, dê bikaribin bajarên din ên Rojava jî bi dest bixin û şoreşa gelan bi temamî hilweşînin. Lê hesab nekiribûn ku xelkê Kobanê ji heft salî heta heftê salî, xwe bi bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî kiribûn. Gelê Kobanê ji bo parastina Kobanê bi hezaran şehîd dan û destûr nedan dijmin Kobanê dagir bike. Kobanê niha dîsa bi êrişeke dijwar re rûbirû ye. Lê vê carê bêhtir bi tecrûbe û bêhtir bi hêz in. Wekî keleha parastin û berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsiye. 

DAIŞê di 2014an de li Iraq û Sûriyeyê dest bi êrişan kir. Di çileya 2014an de Reqa û di hezîrana 2014an de Mûsil girt. DAIŞê piştre Kobanê kir hedef. Êrişên DAIŞê yên di 14-15ê îlona 2014an de li hemberî Kobanê hatin destpêkirin, 134 rojan dewam kirin. DAIŞ li vir rastî berxwedaneke mezin hat û têk çû. Bi hezaran ciwanên kurd û enternasyonalîst beşdarî pêngava parastina Kobanê bûn û canê xwe dan. Berxwedana dîrokî di 26ê çileya 2015an de bi serketinê bi dawî bû. Kobanê piştî 134 rojan bi temamî  ji DAIŞê hat paqijkirin. 

Gaziya şer Zarîn Kobanê ku di roja 25an a berxwedana Kobanê de bi giranî birîndar bibû çavdêriyên xwe yên li ser DAIŞê wiha vegotibû: “DAIŞê bi van êrişan armanc dikir ku şoreşa Rojava tesfiye bike, li ser gelê kurd komkujiyê pêk bîne. Xwest çirûska şoreşa 19ê Tîrmeha 2012an a yekemîn li vî bajarê qedîm hatibû pêxistin vemirîne. Dixwest talan bikin û hilweşînin. Lê çeteyan hesab nekiribû ku şervanên YPG-YPJê xwe bi ramanên Rêber Apo perwerde kirine û xwedî vîna jipola ne.” 

Di berxwedana Kobanê de şervana YPJê Arîn Mîrkan 5ê cotmeha 2014an li girê Miştenûrê çalakiya fedaî pêk anî. Vê çalakiyê dîroka berxwedana Kobanê veguherand. Ji çar parçeyên Kurdistanê bi dehhezaran li ser sînorê Kobanê nobet girtin û li Kobanê xwedî derketin. Şervanên kurd jî heta dawiyê Kobanê parast. 

11 sal berê di 26ê çileya 2015an Kobanê ji DAIŞê bi temamî paqij bû. Beriya ku çeteyên DAIŞê êrîşî Kobanê bikin, Kobanê bi miletê xwe yê kurd, rêveberiya xweser dihat nasîn. Bajarekî biçûk bû. Beriya şoreşa 19ê Tîrmehê rejîma Baasê lê serwer bû. Di serdema rejîma Baasê de gelê kurd li Kobanê di zor û zahmetiyên gelek mezin re derbas bû. Ti mafê kurdan nehatibû dayîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî zordestî hebû. Lê bi taybetî li Kobanê zordestî zêdetir bû. Piştî rejîma Baasê ji Kobanê hat derxistin, gelê Kobanê bi berxwedaneke herî fedaî têkoşiya. Rêveberiya xweser îlan kir. Cirûska şoreşa 19ê Tîrmehê li Kobanê pê ket û li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Gel di milê civakî û perwerdehiyê de pergala xwe ava kir. Hemû sazî û dezgehên xwe ava kirin. 

Lê dewleta tirk û çeteyên ku berdewama DAIŞê ne û hêza xwe ji Tirkiyeyê wergirtin, her tim êrişên li ser Kobanê berdewam kirin. 

DAIŞ bi kuştina hov, talankirin, wêrankirin û revandina jinan tê nasîn. Beriya ku derbasî bajaran bibin bi tirsa xwe û qirêjiya xwe bandor li ser mirovan dikir. Ji ber van komkujiyên DAIŞê herkes ji DAIŞê ditirsiya. Ji ber vê yekê; DAIŞ ji bo hemû cîhanê xeteriya herî mezin bû.

Piştî DAIŞ ket Kobanê gelê Bakur û parçeyên Kurdistanê li ser sînor nobet girtin û piştgiriya xwe anîn ziman. Nobeta li ser sînor ji bo êrişkaran bersiva herî baş bû. Bû moralekî xurt. Şervanên kurd dizanîbûn ku gelê kurd li pişt wan e û bi wan re ye. DAIŞ bi destê şervanên YPG û YPJê li Kobanê şikest û têk çû. Beriya ku DAIŞ têkeve Kobanê hêzên koalîsyonê dikaribûn bi teyaran li DAIŞê bixin. Lê ev nekirin. Berxwedana li Kobanê plana hêzên koalîsyonê guhert. Piştî berxwedana şervanên kurd balafirên şer li DAIŞê xist. Di 1ê mijdarê de li tevahiya cîhanê gel derket qadan û bi çalakiyên xwe li Kobanê xwedî derket. Gelên cîhanê bi van çalakiyên xwe îspat kir ku şervanên YPG û YPJê xwedî vîn û biryar in ku DAIŞê têk bibin. Îspat kir ku dikarin bi keleşên destê xwe jî li dijî tang û topên wan şer bikin. Berxwedana ku li Kobanê derket holê, hişt ku hemû cîhan qala Kobanê û vîna Kobanê bike. Berxwedana Kobanê hişt ku Kobanê bi cîhanê bide naskirin.

Piştî DAIŞ li Kobanê şikest, şervanên YPG û YPJê roj bi roj bajarên din jî ji DAIŞê paqij kirin. Pajarên Minbic, Reqqa û Tebqa ji DAIŞe paqij kir. 

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Enwer Muslim, anî ziman ku li ser sînorên Kobanê şer heye û wiha got: “Her çend 18ê çileyê agirbest îlan kiribin jî êrişên wan didomin. Parastin jî bersiv dide. Welatiyên qada şer berê xwe didin Kobanê. Bi dehhezaran ji derve hatin li Kobanê bi cih bûn. Ji ber zivistan e şertên jiyanê dijwar in, li aliyekî jî av û ceyran û înternet hatine qutkirin. Dixwazin derbasî Kobanê bibin. Ev êrişkar bi kiryar û fikrên xwe nêzî DAIŞê ne. Dixwazin bikujin, talan bikin û wêran bikin. Dixwazin bi zorê bikin wekî xwe. Lê gelê Kobanê vê yekê qebûl nake û bibiryar e heta dawî li ser axa xwe bijî. Divê hêzên navdewletî û koalîsyonê û gelê Kurdistanê zanibin ku ev êrişkar derbasî Kobanê bibin, dê komkujiyeke gelek mezin çêbibe. Çawa li dijî elewî û Durziyan komkujî kirin dixwazin li dijî kurdan jî komkujiyê bikin. Niha 250 hezar mirov li Kobanê dijîn, dê li dijî êrişan li ber xwe bidin.” 

Enwer Muslim, bang li gelê Bakur kir û got: “Gelê bakurê Kurdistanê çawa di 2014an de li kêleka gelê Kobanê cih girt, divê niha jî bi heman rengî cih bigire. Em ê heta dawî li dijî van çeteyan li ber xwe bidin. Ti kes fikir û bîrdoziya van êrişkaran qebûl nake. Divê heza navdewletî jî li dijî van êrişan bisekine. Niha derman xelas dibe. Nexweş nikarin derman bibin. Gelek pêdivî bi derman û amûrên tenduristiyê hene. Divê koalisyon, NY û hêzên mafên mirovan divê bi wijdan nêzîk bibin û li Kobanê xwedî derkevin. Divê gelê çar parçeyên Kurdistanê xwedî derkevin. Divê careke din gelê kurd li Kobanê xwedî derkeve.” 

Enwer Muslim destnîşan kir ku çeteyê hikûmeta Şamê keziyê jineke kurd jê dike û wiha domand; ‘’Ti ol û wijdan divê vê yekê qebûl neke. Divê ti wijdan û ol kuştina mirovan û jêkirina keziyên jinên me qebûl neke. Em ti carî vê yekê qebûl nakin. Ti carî baweriya me ji çekdarên DAIŞê yên di nav artêşê de nayên. Me dixwest li welatekî ku edalet, demokrasî û wekhevî heye bijîn. Lê em dinihêrin niha kuştin heye. Eger çete têkevin Kobanê dê komkujî çêbibe. Lê bila herkes baş bizanibe, em ti carî dest ji Kobanê bernadin. Em ê heta dawî li ser axa xwe bijîn. Em ê heta dawî ji diyalogê re vekirî bin. Lê li ser esasê birûmet. Li ser esasê ku hemû kurd, tirk, ereb, tirkmen, durzî bikaribin bi mafê xwe bijîn divê em bi hev re bijîn. Em bi wê heviyê dijîn. Eger ev bawerî pêk bê û nasnameyan qebûl bikin em ê bikaribin bi hev re bijîn.”