Kenan Ayaz serbest berdan
Çavdêriya Kenan Ayaz a ku li Qibrisê çalak e, ragihand ku siyasetmedarê kurd Kenan Ayaz piştî girtina nêzî sê salan hat berdan.

Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku Kenan Ayaz piştî temamkirina sê paran duyan cezayê xwe hatiye tehliyekirin. Hat destnîşankirin ku hewildanên şandeya parastinê û derdorên piştgiriyê yên li Qibris û Elmanyayê di vê encamê de bandor kirine. Çavdêriyê ragihand ku ji ber ku Kenan Ayaz û parêzerên wî hikumê hatî dayîn wekî biryareke siyasî didîtin, wan daxwaza tehliyeyê nekiribû.
Li gorî daxuyaniyê, biryara tehliyeyê ji aliyê Serokkomar ve hatiye girtin. Hat ragihandin ku destûra rûniştinê ya Kenan Ayaz ji aliyê meqamên têkildar ve hatiye amadekirin û statuya penaberê siyasî ya ku berê xwedî lê bû, hatiye nûkirin.
Çavdêriyê bi bîr xist ku Kenan Ayaz di Adara 2023yan de bêyî delîlên şênber hatibû girtin û pêvajoyên dadwerî yên li Qibris û Elmanyayê rexne kirin.
Her wiha hate diyarkirin ku Ayaz berê 12 salan li Tirkiyeyê di girtîgehê de maye û ewlehiya wî di bin xetereyê de ye.
Hat ragihandin ku Kenan Ayaz piştî azadkirina xwe çûye serdana gora Theofilos Georgiadis û di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku dê têkoşîna ji bo azadiya Qibris û Kurdistanê berdewam bike.
Çavdêriyê kêfxweşiya xwe ya ji bo azadiya Kenan Ayaz anî ziman, spasiya hemû piştgiran kir û destnîşan kir ku têkoşîna wan dê di çarçoveya dadwerî, azadî û demokrasiyê de berdewam bike.


