Kerem Gok: Hevgirtin û yekîtiya kurdan planên serdestan pûç kir

Hevserokê KON MEDê Kerem Gok, der barê çalakiyên kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê ku li dijî êrîşên li ser Rojava pêş ketin anî ziman ku kurdan bi van çalakiyên xwe hemû plan û polîtîkayên li dijî kurdan pûç kir got: “Hêzên desthilat dîtin ku kurd êdî ne kurdên 100 sal berê ne. Kurdan bi hevgirtî û yekîtiya xwe hest û helwesta xwe nîşanî hemû cîhanê dan. Nîşan dan ku êdîşa li dijî Rojava li dijî vîn û hebûna hemû kurdan e.”

1 deqe xwendin
Kerem Gok: Hevgirtin û yekîtiya kurdan planên serdestan pûç kir

Piştî civîna Parîsê ku di navbera Îsraîl, HTŞ ê de pêk hat, di 6ê Çile de HTŞê êrîşî taxên kurdan ên Eşrefiye û Şêxmeqsûd kirin. Piştî şerê dijwar ê 6 rojan vê carê HTŞê berê xwe da Reqa û Dêrazorê. Lê HSDê li hemberî van êrîşan ji bo rê li pêşiya komkujiyan bigire hêzên xwe vekişandin Rojhilatê Firatê. Li ruxmê vê yekê êrîşên HTŞê û komên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Hesekê, Kobanê berdewa kir. Di 18ê Çile de agirbest hat îlankirin. Ligel ku agirbest hat îlankirin jî dîsa êrîşên HTŞê yên li ser Rojava berdewam kir. Bi êrîşên li dijî taxên kurdan û Rojava re, Rêveberiya Xweser Seferberiya giştî îlan kir. Bi êrîşan re hemû kurd li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê daketin qadan û bê navber çalakî li dar xistin.  

Hevserokê KON MEDê Kerem Gok bal kişand ser çalakiyên li Almanya û Ewropayê nirxandin kir. 

Kerem Gok ewil silav û hurmetê xwe pêşkêşî berxwedana gelê Rojava kir û wiha got: “Li Almanyayê û li seransarî cîhanê di pêvajoyeke wisa kirîtîk de sekn û berxwedana gelê kurd û parastina nirxên gelê kurd gelek bi wate û girîng e. Di 6ê çile de bi êrîşa li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, bertekeke giştî derket pêş. Di her kurdekî de di aliyê wîcdanî û sincî de nerazîbûn û betekên xurt derketin pêş.” 

Kurt tev bûn yek

Kerem Gok da zanîn ku beriya van êrîşan hin kurdên ku di warê bîrdozî de cuda difikirîn, di aliyê rêveber û rêberan de xetên cuda esas digirtin, kesên lîberal, kesên oldar û kesên civakî û kesên ku ji dagirkeriyê ne aciz û tenê li jiyana xwe difikirîn tev bûn yek û derketin kolanê.  Di her kurdekî de li dijî van êrîşan bêzarî û nerazibûn pêş ket.” 

Kerem Gok anî ziman ku çeteyên hov ên bê ser û ber, ev taxên kurdan dorpêç kirin  wiha axivî: “Vê zulma ku çeteyan li ser van taxan pêş xist, wîcdanên mirovan xist nava liv û tevgerê. Aciziyek derket pêş. Lê piştî 18ê mehê ku civînek li Hewlerê pêk hat û êrîşkaran hemû rojava dan pêşiya xwe, li gelek bajarên Almanyayê ku kurt pir lê dijîn wekî Koln, Berlîn, Dortmound, Hanover. Hambourg û li seranserî Almanya û Ewropa gelê kurd daketin qadan. Li her qadên ku kurd lê dijîn, mînak li hin deverên qet em lê ne bi rêxistin bûn. Li cihê ku meclisên me, komun û komîsyonên me lê nebûn, rabûn ser piyan, li hemû gund, navçe û bajarên Almanya ku kurd lê dijîn rabûn ser piyan û bertekên xwe anîn ziman.  Ji 18ê Çile heta îro (28 çile) teqandinek çêbû û li her der gelê kurd daketin qadan. Piştî 18ê çile derketina qad û kolanan roj bi roj pel bi pêl zêde bû. Gel li her qadê li ser milan  e.  Kurd di şexsê Rojava de li kurd û Kurdistanê li nirxên xwe xwedî derketin.” 

Almanî bi baweriya paradîgmaya Neteweya Demokratîk tev li çalakiyan dibin

Kerem Gok bal kişand ser tevlêbûna çalakiyên biyanî û wiha got: “Meseleya me meseleya axê, mal û milk e, Meseleya xîret şeref û namûsê ye. Lê Ewropa bêtir paradigmayî, bîrdozî li gorî mafên mirovan nêzîk dibin. Piştî şoreşa Rojava bi taybetî berxwedana Şengal, Mexmûr  û Kobanê karaktera tevgera azadiyê bêtir zelal bû. Milê bîrdozî û pîvanên jiyanê bêtir zelal bû. Welatên Ewropa mantiqa dagirkeriya tirk, fariz û ereban a axa Kurdistanê pir ji hev cuda nedikirin. Piştî hêzên dagirker bi çeteyên cîhadîst û xwînxur, teqîn li Ewropa çêkirin, van teqînan hişt ku lêkolîn bikin û li ser bifikirin. Wê demê çanda kurdî û bi taybetî paradigmaya Rêber Apo ya li ser esasê Neteweya Demokratîk û nêzîkatiya Rêber Apo ya ji bo azadiya jinê, mafên mirovan û nêzîkatiya wî ya sincî, pêwistî dîtin ku lêkolîn bikin. Diyar kirin ku du hêz hene. Lê ne wekî hev in. Dema kurdan li dijî DAIŞê şer kir, gelek ewrûpeyan dest bi xwendina fikr û felsefeya Rêber Apo kirin. Ewropiyan xeta jiyanê û pîvanê jiyanê yên gorî fikra Rêber Apo rasttir dîtin.” 

Kerem Gok, bibîr xist ku Almanî paradîgmayê ji bo xwe esas digirin û ji bo wê êrîşa li dijî vê paradîgmayê li dijî xwe dibînin û wiha pêde çû: “Dewlet li ser berjewendiyên aborî û siyasî digêjin hev. Lê gel li ser berjewendiyê mirovan dibini yek. Hêzên navdewletî dema van êrîşan didin destpêkirin hemû binpêkirinên nirxên mirovahiyê ji bo xwe rewa dibînin.  Desthiyatiya tirkan paradîgmaya xwe li ser esasê yek dewletî, yek ziman û yekperestiyê ava dikin. Ji bo bingeha yeknetewetiyê biedilîne binpêkirina hemû mafên mirovan rewa dibîne. DAIŞ û HTŞ bi eslê xwe mirov in, lê di cewherê xwe de ji xeynî kuştinê tiştekî fam nakin. Lê dema berjewendiyên bazirganî û siyasî yên desthilatan û HTŞ-DAIŞê dibin yek, li  vir hişmendiya Modernîteya Kapîtalîst derdikeve holê. Ji bo emrê xwe dirêj bike û desthilatiya xwe ava bike, pêwistiya wê bi manîpulasyonê heye. Ji bo wê divê civak nebe civak. Divê civak parçe bibe. Ji ber vê yekê nakokiyan kûr dikin û gelan bi hev didin şikandin.  Baweriyan bi hev didin şikandin, êzîrî, sunî, elewî sunî, durziyan bi hev didin şerkirin. Lê paradîgmaya Rêber Apo ya Modernîteya Demokratîk, li dijî paradîgmaya Kapîtalîst, divê bawerî û zimanên cuda hev qebûl bikin û bi hevre bijîn. Ji ber vê yekê dema dostên kurdan û welatiyên Alman li dijî van êrîşan derdikevin û tev li çalakiyan dibin. Dengê xwe bilind dikin. Heta hinek ji wan diçin Rojava û ji bo vê padîgmayê şehîd dibin. “ 

Kerem Gok li ser peyamên ku di çalakiyan de derdikevin pêş de jî rawestiya û got: “Cara yekemîn e min hestek wisa hîs kir. Bawer dikim ku hemû kurd hestek wisa hîs dikin. Li dijî êrîşek wisa dijmirovahî, êrîşek li dijî sincê mirovahiyê hişt ku hemû gelê kurd derkevin kolanan. Her çar parçeyên Kurdistan û hemû olên kurdan, beyî bîrdoziyê derxin pêş, bi hesta neteweyî derketin qadan. Helwesteke neteweyî û ruhekî neteweyî derxistin pêş. Her kurdekî hîs kir ku ev êrîş li ser ziman, çand, nasname û nirxê wî yî ye. Her kurdî hîs kir ku ev êrîş li dijî hebûna wî ye. Dirûşma “Yek e yek e, yek Kurdistan yek “ peyama xwe yekîtiyê û ruhê yekitiyê da Nîşan da ku li dijî nirxê neteweyî hest û helwesta yekîtiyê derxist pêş.” 

Polîtîkayên dewletan pûç kir

Kerem Gok herî bal kişand ser polîtîkayên dewletan ên li dijî kurdan û got: “ Vê yekîtiya kurdan polîtîka û planên kurdan ên digotin “Kurd, kurdên 100 sal berê vala derxist.” Bi vê yekîtiya kurdan, dîtin ku êdî kurd ne kurdên sedsal berêne. Pêl û bayê vê yekîtiya kurdan belkî partiyên kurdan ên siyasî û rêxistinên kurdan jî şaş hiştin. Hêzên navdewletî qedantina kurdan di hişê xwe de demam kiribûn. Lê hevgirtin û yekîtiya kurdan hemû plan û proje vala derxist.”