Keskîn Bayindir: Hewceyî bi binesaziyeke qanûnî heye

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li Wanê bi rojnamegeran re civiya û der barê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de destnîşan kir ku heta ku binesaziyeke pêvajoyê ya qanûnî û hiqûqî nebe, tu kes bawer nake ku aştiyeke mayînde pêk were.

1 deqe xwendin
Keskîn Bayindir: Hewceyî bi binesaziyeke qanûnî heye

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, li eywaneke taştê ya Wanê bi rojnamegeran re civiya û pirsên rojnamegeran bersivand. Şandeya DBPê û rojnamegeran ewilî bi hev re taşte xwarin û sohbet kirin. Tevî Keskîn Bayindir, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, parlamenterên DEM Partiyê û rojnameger tev li bernameyê bûn.

‘Pirsgirêka kurd tenê pirsgirêkek siyasî nîn e’

Piştî taştê Keskîn Bayindir der barê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî û geşedanên dawî nirxand. Keskîn Bayindir diyar kir ku ji aliyê kurdan ve gelek gavên dîrokî û girîng hatine avêtin û wiha got: “Bi taybetî Tevgera Azadiyê, birêz Ocalan û gelê kurd gav avêtin. Bêguman pirsgerêka kurd bi serê xwe tenê pirsgerêkeke siyasî nîn e. Pirsgerêka kurd di heman demê de pirsgerêkeke demokrasî, hiqûq û hemwelatiya wekhev e. Pirsgerêka kurd, di heman demê de pirsgerêka destwerdana desthilatê û dewletê ya ji polîtîkayên asîmîlasyon, zext û tunekirinê ye. Helbet pirsgerêka kurd tevî ku xwedî paşxaneyeke dîrokî û pirsgerêkeke piralî ye jî geşedanên rojane jî dihewîne. Di vê çarçoveyê de heta ku binesaziyeke wê ya qanûnî nebe û negihîje garantiyeke qanûnî û hiqûqî, tu kes bawer nake ku aştiyeke mayînde pêk were.”

Bangawaziya beşdariya mitîngê

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku yek ji nîşanderên herî girîng a pêşveçûn û bi dawîbûna vê pêvajoyê, dabînkirina şert û mercên azad ên hiqûqî û siyasî yên Abdullah Ocalan e. Keskîn Bayindir banga tevlibûna mitînga “Azadiyê” li gel kir û wiha axivî: “Em ji bo vê yekê bi taybetî meş û mitîngan li dar dixin. Em tînin ziman ku çareseriya demokratîk a pirsgerêka kurd, tenê bi nêzîkatiya li hemberî mûxatabê wê pêkan e û em ji tecrûbeyên dîrokî dizanin ku divê ev her du mesele ji hev cuda neyên girtin. Ji ber vê yekê, ez di serî de we kedkarên çapemeniyê û hemû gelê me vedixwînim mitînga me ya mezin a azadiyê ku em ê di 27ê hezîranê de li Qada Newrozê ya Wanê li dar bixin.”

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.