‘Kobanê li dijî DAIŞê bi ser ket, dê dîsa bi ser bikeve’
Rêveberê Ofîsa Serjimêrî û Plansaziyê ya Herêma Firatê Mesût Bozî diyar kir ku zêdetirî 23 rojin dorpêça li ser Kobanê berdewam dike û ji ber dorpêçê nexweş nikarin biçin Heleb û Şamê. Mesût Bozî da zanîn ku gelê Kobanê li dijî DAIŞê li ber xwe da û bi ser ket, dê dîsa bi ser bikeve.

Komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê piştî êrîşên li ser taxên kurdan ên Eşrefiye û Şêxmeqsûd berê xwe dan Kobanê Ji 20ê Çileyê ve dorpêçeke giran danine ser bajar Kobanê. Ji ber dorpêça li ser Kobanê derman, şîrên zarokan, xurek û pêdiviyên din ên jiyanî pir kêm bûne. Rewşa mirovî û debarê ya zêdetirî 400 hezar mirovan li vir di zahmetiyê de ye.
Piştî êrîşên li ser gundan, zêdetirî 200 hezar kesên gundê xwe vala kirin û berê xwe dan bajarê Kobanê. Koçberên ji gundan hatine li nêzî 70 navendan bi cih bûne. Niha li bajarê ceyran û înternet qut e. Av jî pir kêm maye. Dîsa sotemenî hindik maye û ev jî bandoreke mezin li ser jiyana welatiyan dike.
Li aliyê din jî Tirkiye ambargo danîye ser alîkariya ji bo Kobanê hatiye komkirin. Bi dehan tirên alîkariyê ku ji bo Kobanê hatibûn şandin, sînor derbas nekirin. Rayedarên Tirkiyeyê destûr nedan ku alîkarî derbasî Kobanê bibe. Li gel ku HSDê û HTŞê (Hikûmeta demkî) di 29ê Çile de peyman îmze kirin jî dorpêça li ser Kobanê diome.
Mal û milkê xelkê talan dikin
Rêveberê Ofîsa Serjimêrî û Plansaziyê ya herêma Firatê Mesût Bozî der barê dorpêça li ser kobanê de nirxandin kir û got: “Zêdetirî 20 rojin Kobanê di dorpêçê deye. Piştî êrîşên HTŞê nêzî 60 gundên girêdayî Kobanê vala bûne. Çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî û yên girêdayî Tirkiyeyê mal û milkên xelkê talan dikin. Bi awayekî hovane kesan digirin û dikujin. Ji ber dorpêçê sotemenî qediya ye. Mirov êdî bi batanî û cilan xwe germ dikin. Xaz û mazot tune û mirov nikare xwe germ bike. Tevî koçberên ji gundan hatine niha nêzî 400 hezar mirov li Kobanê dijîn.”
‘Kobanê dê dîsa bi ser bikeve’
Mesût Bozî destnîşan kir ku ceyran tune û welatî di temînkirina avê de zahmetiyên zêde dijîn û wiha berdewam kir: “Piştî hikûmeta demkî li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dest bi êrîşan kirin, êrîşan berdewam kirin û heta Kobanê hatin. Lê Kobanê çawa di 2014an de li dijî DAIŞê li ber xwe da û be ser ket, em ê niha jî heta dawî li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin. Em ê heta dawî destkeftiyên xwe biparêzin. Ev mafekî rewa ye. Her mirov xwedî mafê rewa ye ku li ser axa xwe bijî û nirxên xwe biparêze. Xwedî maf e ku ziman, çand û nasnameya xwe biparêze. Ev jî destkeftiyên Şoreşa 19ê Tîrmehê ne.”
‘Bi taybet kurdan dikin hedef’
Mesût Bozî destnîşan kir ku hikûmeta Demkî bi zanebûn û plan rêyên ku ji Kobanê diçin bajarên din girtine û wiha pêde çû: “Hemû rê hatine girtin. Em nikarin pêdiviyên derman, qût (zexîre) û pêdiviyên din ên jiyanê temîn bikin. Ketina Kobanê li welatiyan qedexe kiriye. Divê her kes zanibe ku bi taybet kurdan dikin hedef. Bi taybetî gundên ku kurd lê dijîn, dikin hedef. Di pîvanên navneteweyî de jî ambargo nayê qebûlkirin.”
‘Tirkiye destûr neda alîkarî derbasî Kobanê bibe’
Mesût Bozî herî dawî anî ziman ku tenê daxwaza gelê Kobanê ewe ku ev ambargo ji ser bajêr rabe û got: “Gel dixwaze ambargo bi dawî bibe. Wekî din tiştekî din naxwaze. Xelkê Amedê û bajarên din alîkarî şandin ser sînor. Alîkariya şandin 5 rojan li ser sînorê Pirsûs- Kobanê hate rawestandin, lê rayedarên dewletê destûr nedan ku alîkarî derbasî Kobanê bibe. Zêdetirî 20 rojin şîrê zarokan derbasî Kobanê nebûye.
Nexweş nikarin biçin Heleb û Şamê. Ji ber veger qedexe ye, kesên nexweşiya wan giran, nikarin biçin Heleb û Şamê tedawî bibin. Dermarê ji bo pençeşêrê li Kobanê xelas bûye û nexweş nikarin derman bibînin. Xelkê Kobanê bi biryar e heta dawî li dijî van êrîşan û dorpêçê li ber xwe bide. Li aliyê din erkekî sincî û wîcdanî ye ku hemû kesên mafên mirovan, demokrasî û wekheviyê diparêzin ji milê xwe ve li Kobanê xwedî derkevin û mafên mirovan biparêzin. Divê hêzên garantor û navneteweyî jî bi erkên xwe yên sincî û zagonî tev bigerin.”


