Koleyê ku dilê xwe dibijîne efendiyê xwe
Van rojan sedsaliya Apê Mûsa (Mûsa Anter) di rojeva kurdan de ye, tê pîrozkirin, xelat tên belavkirin û di derheqê wî, malbat û derdora wî de ji her caran bêhtir gelek tişt têne gotin.

Van rojan sedsaliya Apê Mûsa (Mûsa Anter) di rojeva kurdan de ye, tê pîrozkirin, xelat tên belavkirin û di derheqê wî, malbat û derdora wî de ji her caran bêhtir gelek tişt têne gotin. Di vê navê re hin xalên şaş û nerast jî derketine ser şiverêya me.
Di nav “xwende” û “maqûlan” de rutba muxtariyê bilind dixuyê. Di vî warî de ciwamêran li gor gaza xwe cav dipîvin û muxtariya Fesla Anter derdixin pêş. Di masmedyayê de, wêneyek belav bûye. Li jora wêne wiha nivîsiye, ‘Turkiyenin ilk kadin muhtari Fesla Anter’ ango ‘Muxtara jin a yekemîn a Tirkiyeyê’.
Gelek huner û wesfên Fesla qîza Hisênê Sarê yê Kanîşêxî û bi gotina xelkê XATÛN hebûn:
- \t
- Çav derman dikirin. Nemaze havînan ku di germayiya çaxê paleya bidas û qeynaxan û dura jî cencera benderan re, çavên gelek mezin û zarokan kul dibûn. Dermanê Fesla Anter şekirê kabik û merhem tanî ku layê wê Mûsa Anter jê re bixwe. \t
- Zarokên ku germa bedena wan zêde bilind dibû, dikirin nav pelên dara0 bîhê, ew dikirin hêlanê takû têrxwê didan. Zarok dişûştin, qenc zuha dikirin û ew dişandin mala wan. Bi vî rengî gelek zarok ji mirinê azad kirine. \t
- Çariya wê ji agir û xweliya cixarê qulqulî bû. Tûtina kê diqediya, qutiya xwe dişandin nik Xatûnê. \t
- Odeya wê ji mêvanên licî, omerî, selhî û berîvanyan bi şevbuhêrkan û deng û ribaba Miheme Eliyê mala Kinê ve digeriya. Xelkê ji gundên din dihatin û bi pêşbirka HUNGILÎSKê -dersa demokrasiya nav kurdan- dilîstin. Ji gundên Omeriya xelkê fêkî tanîn û zad dibirin. \t
- Bi çîrok, serpêhatî û tahnên xwe ve her tim bala me li wê bû.
Hey me dest pê kiriye em qenc bidin nav. Fesla Anter sermiyantiya mala xwe û gundê xwe dikir. Jiyan û serpêhatiyên wê, di serdemeke taybet a siyasî û civakî de rûdane. Wê demê li derveyî bajaran pêwendiyên feodalî desteser in. Kontorola TC’ê ya wek van rojên em tê de ne li deşt û zozanên bakurê Kurdistanê hîn çênebûye.
Rê bidin min ez rastiyeke di nav kurdan de bi bîr bînim. Gelek malbat ne bi bav lê bi dê navê wan hatiye hildan. Bala xwe bidinê ji malbata dê û bavê Fesla Anter re jî Mala Sarê dibêjin. Kara Fatma ya ji Elbistanê û ji eşîra sinemilli, li hespa xwe siwar, şervanên wê pê re diçin heta Stenbolê nik siltanê Ottomanî bixwe jî jinek kurd e.
Bêguman rola jinê ya me li jor hinekî vegot, pişta xwe dide rabirdûyeke dîrokî. Sosyologê Alman Augut Bebel, di berhema xwe ya bi navê ‘Kvinan och socialismen’ (Jin û Sosyalîzm) de ev aliyê jina kurd destnîşan kiriye. Di ansîklopediya Siwêdî ya despêka salên 1900’an behsa otorîteya jina kurd dike. Alexandra Kolantay di pirtûka xwe ‘Kvinnans ställning…’ de wilo dibêje: ”Li nik kurdan ku qewmek kaukas in, jin bi çelengiya xwe tê nasîn û di çeperan de beşdarî şer bûne.”
Îca dema ku jinên Nisêbînê, Batmanê, Kobanê û bajarên din yên kurdistanê dibêjin: EM NE NAMÛSA Çi KESÎ NE, AZADIYA ME NAMÛSA ME YE! Wa xuya ye ku haya wan ji Fesla Anter û tradîsyona serfiraz a jina kurd heye.

