Koma 206an çalakiya li Mexmûrê dewir girt
Koma 206an çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku di 20ê Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, dewir girt. 1070 rojin çalakî didome.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20ê Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi koma 206an û di roja 1070an de didome. Dewrgirtina çalakiyê li Saziya Malbatên Şehîdên a Mexmûrê bi amadebûna gel bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 205an Hecî Çelî axivî.
Hecî Çelî di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser çalakiya nobetê ya ku ev 3 salin li wargehê berdewam dike û got: “Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Armaca rêxistin û Rêber Apo jî azadiya gelê Kurd û gihana gelê Kurd a mafê xwe ye. Kurdê dibêje ez welatparêz û Apoyî me; divê heta dawî ji bo vê pêvajoyê alîkar be. Pêwîste em destê Rêber Apo xurt bikin.”
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.


