Koma nivîsê ya Komîsyonê kom dibe
Koma nivîsê ya Komîsyona Meclisê sibê cara pêncemîn ji bo nivîsandina rapora dawiyê kom dibe.

Komîsyona Meclisê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin, demek dirêje bêdeng e. Komîsyona ku diviya heta niha raporên der barê çareseriya pirsgirêka kurd de amade bikire hêj pêvajoya nivîsandinê jî neqedandiye. Komîsyona bi boneya pêwistiyên pêvajoyê bi cih neaniye rastî rexweyên tund tê. Li gorî agahiyên hatin girtin koma nivîsê ya Komîsyonê dê sibê seat 14:00an de kom bibe û hewl bide rapora dawî binivîse.
Hat zanîn ku dê di civînê de çarçoveya rapora bê nivîsandin, bê nîqaşkirin. Tê payîn ku rapor heta nîviya sibatê bê temamkirin.


