Kongreya Azadî ya Îranê 13 endamên konseyê diyar kir

Meclisa Giştî ya Kongreya Azadî ya Îranê bi armanca hilbijartina endamên Encûmena Navendî û Konseya Çavdêriyê civiya. Di nava wan de nûnerê PJAKê Rêwar Awdanan jî heye  13 endamên Konseya Çavdêriyê hatin hilbijartin.

1 deqe xwendin
Kongreya Azadî ya Îranê 13 endamên konseyê diyar kir

Kongreya Azadî ya Îranê têkildarî civîna xwe daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Konseya Çavdêriyê ya Kongreya Azadiya Îranê; Girîngîdan bi demokrasiyê, belavkirina desthilatê û derbasbûna ji siyaseta navendperest

Civîna Meclîsa Giştî ya Kongreya Azadiya Îranê bi armanca hilbijartina endamên Encûmena Navendî û Konseya Çavdêriyê, roja Yekşemê 17’ê Gulanê 2026’an, bi beşdariya nûnerên partiyan, rêxistinên siyasî û sivîl, çalakvanên siyasî û civakî û kesayetên serbixwe hate lidarxistin.

Civîneke ku ji aliyê gelek beşdaran ve wekî hewldanek ji bo damezrandina şêwazeke cuda ya siyasetkirinê ya li ser bingeha beşdarbûnê, dengdaneke demokratîk û derbasbûna ji avahiyên kevneşopî û navendperest ên opozîsyonê hate nirxandin.

Di rêveçûna vê civînê de, piştî pêşkêşkirina raporên destpêkê, nasandina namzetan û axaftinên namzetên hilbijartinê, pêvajoya dengdanê ji bo diyarkirina endamên Konseya Navendî û Konseya Çavdêriyê hate lidarxistin.

Beşeke girîng ji atmosfera civînê li ser pêdiviya zelaliyê, bersivdayînê, belavkirina dadperwer a desthilatê, rêzgirtina ji cihêrengî, pirrengiya nasnameyî, siyasî û astengkirina ji dubarekirina navendperestiyê di avahiya opozîsyonê de rawestiya

Gelek ji axaftvanan bal kişandin ser vê yekê ku civaka Îranê êdî modelên klasîk ên siyasetkirinê yên li ser bingeha tekdestiyê, têkiliyên paşperdeyî û derxistina dengên cuda qebûl nake. Opozîsyon tenê dema ku di nav xwe de jî prensîbên demokratîk, zelalî û beşdarbûna rastîn bi cih bîne dikare bibe alternatîfeke pêbawer.

Di beşa nasandina namzetan de, namzetên Konseya Navendî û Konseya Çavdêriyê nêrîn û bernameyên xwe li ser paşeroja kongreyê, rêbaza rêvebirina cudahiyan, mekanîzmayên çavdêriyê û awayê têkiliyê bi civaka sivîl û hêzên siyasî re anîn ziman. Xala hevpar a gelek axaftinan, girîngîdana li ser pêdiviya veguherandina kongreyê ji bo saziyekî fireh, bersivdar û piştgirîkirî bi beşdarbûna rastîn a hêzên civakî û siyasî bû.

Di beşekê ji civînê de, nûnerê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêwar Awdanan bi navê “Jin Jiyan Azadî” dest bi axaftina xwe kir û got: “Em ji nifşa nû ya têkoşerên Kurdin ku siyaseta demokratîk bingeh digirin. Em ji siyaseta xwestina desthilatê ya ku pirsgirêkan tevlîhevtir dike derbas bûne.”

Awdanan wiha domand: “Em wekî PJAK dixwazin di avakirina Îrana piştî Komara Îslamî de bi awayekî çalak beşdar bibin. Em dixwazin Kurdistan ne qada şer û pevçûnê be, lê dilê demokrasî, azadî û wekheviyê û korîdora hevgirtinê di navbera hemû nasname û neteweyan de be.”

Rêwar Awdanan ev nirxandin kir: “PJAK dikare bi şiyanên rêxistinî û kapasîteya xebata xwe ya bicihanînê roleke pir karûbarî di pêşxistina armancên Kongreya Azadiya Îranê de ji bo derbasbûna ji Komara Îslamî û tevger ber bi Îraneke demokratîk, azad, pirreng û Kurdistaneke xwerêvebir de bilîze. Baweriya bi neteweya demokratîk, li şûna neteweya dewlet-navend, bingeha nêzîkatiya me ye.”

Her wiha Nûnerê Platforma Demokratîk a Îranê Dîyako Muradî di axaftina xwe de girîngî da pêdiviya afirandina şêwazeke nû ya siyasetkirinê di opozîsyona Îranê de; siyaseteke li ser bingeha zelaliyê, bersivdayînê, vekirîbûna li hember rexneyê û derbasbûna ji avahiyên girtî û navendperest.

Mûradî diyar kir ku krîza baweriyê di navbera beşekî civakê û hêzên siyasî de heye got ku opozîsyon tenê dema ku di nav xwe de jî prensîbên demokratîk, belavkirina dadperwer a desthilatê, beşdarbûna wekhev û rêzgirtina ji cudahiyan bi cih bîne dikare bibe alternatîfeke pêbawer.

Muradî her wiha li ser pêdiviya hebûna çalak a civaka sivîl, jinan, neteweyan û nifşa ciwan di avahiya biryardayînê de rawestiya û hişyarî da ku dubarekirina modelên kevn ên desthilatê dikare ezmûnên têkçûyî yên borî dubare bike. mûradî anî ziman ku pêvajoya hilbijartina Encûmena Navendî û Encûmena Çavdêriyê wekî beşek ji hewla damezrandina çanda siyasî ya li ser bingeha dengdanê, beşdarbûna kolektîf û berpirsiyariyê binav kir.

Di dawiya pêvajoya dengdanê de, endamên hilbijartî yên Konseya Navendî ya Kongreya Azadiya Îranê hatin nasandin ku di nav wan de Mehdiye Golrû, Îsmaîl Ebdî, Meryem Seîdî, Negin Şîraqayî, Seîd Dehqan, Kawa Kirmaşanî, Semane Sewadî, Soran Mensûrîniya, Ferîba Burhanzehî, Huseyn Rezaq, Rêwar Awdanan, Ferzane Ezîmî û Nahîd Behmenî hebûn.

Herwiha endamên hilbijartî yên Encûmena Çavdêriyê jî ku Ezem Behramî, Elîreza Mensûrî, Mena Hedîsî, Dîyako Muradî û Eskend (Soran) Lutfî bûn hatin nasandin.

Di nav hilbijartiyan de, hebûna kesayet û nûnerên Kurd jî bala kesan kişand. Di Konseya Navendî de, Rêwar Awdanan wekî nûnerê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Nahîd Behmenî wekî nûnerê Partiya Komelê ya Kurdistana Îranê û herwiha Kawa Kirmaşanî û Soran Mensûrîniya wekî kesayetên serbixwe hatin hilbijartin.

Di Konseya Çavdêriyê de jî Dîyako Muradî wekî nûnerê Platforma Demokratîk a Îranê û Eskend (Soran) Lutfî wekî nûnerê Konseya Hevrêziya Komeleyên Sendîkayî yên Mamosteyên Îranê cih girtin.

Herwiha di vê civînê de bal hate kişandin ser girîngiya rêzgirtina ji protokolên rêxistinî, serbixwebûna saziyên çavdêriyê, cudakirina erkên Konseya Navendî û Konseya Çavdêriyê û astengkirina ji tevlêbûna desthilatê.

Hin beşdaran jî daxwaz kirin ku kongre ji destpêkê ve mekanîzmayên çareserkirina nakokiyan, zelaliya darayî û bersivdariya rêxistinî bi awayekî cidî û avahî nîzam bike.

Atmosfera giştî ya civînê pêşbaziya siyasî, gotûbêj û hewla gihiştina cûreyekî hevgirtina demokratîk hate binavkirin; atmosfera ku di wê de nifşa ciwan, çalakvanên jinan, nûnerên neteweyan û rêbazên cuda yên siyasî jî berbiçav hebûn.

Rêxistinvanan ragihandin ku wê ev pêvajo destpêka qonaxeke nû ji bo stabîlkirina avahiya rêxistinî ya Kongreya Azadiya Îranê be; qonaxeke ku armanca wê afirandina modela cuda ya hevkariya siyasî ya li ser bingeha beşdarbûnê, vekirîbûna li hember rexneyê, zelalî û rêzgirtina ji cihêrengiya nêrînan hate diyarkirin.”