Kovara xêz û xêzeçîrokan dest bi weşanê kir

Kovara Bajar a xêz û xêzeçîrokan ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê amadekirin dest bi çapê kir.

1 deqe xwendin
Kovara xêz û xêzeçîrokan dest bi weşanê kir

Gerînendeya Parastin û Bipêşvebirina Zimanan a Daîreya Karên Çand, Huner û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi 3 zaravayan kovara Bajar a xêz û xêzeçîrokan amade kir. Kovara ku bi 3 zararvayên kurmancî, soranî û kirmanckî dest bi weşanê kir, dê bêtir xizmeta ciwanan bike. Kovar bi armanca balê bikişîne ser girîngiya ziman û xizmeta ciwanan bike ye. Şaredarî dê saet di 14.00ê di 19ê Hezîranê de li Salona Çand Amedê bernameya danasîna kovarê li dar bixe. Şaredariyê ji bo beşdariya danasîna Kovara Bajar bang li nûnerên saziyan û gel kir û xwest beşdarî bernameyê bibin.