Kovara xêzeromanê ya kurmancî BAJAR hat nasandin

Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kovara xêz û xêzeromanê ya bi navê BAJAR da nasîn.

1 deqe xwendin
Kovara xêzeromanê ya kurmancî BAJAR hat nasandin

Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Navenda Çand û Hunerê ya ÇandAmedê ya li navçeya Yenîşehîrê bernameya danasîna kovara xêz û xêzeromanê ya kurdî BAJARê pêk anî. Hejmara yekem a BAJARê ku bi zaravayê kurmancî dest bi weşana xwe kir, bi bernameyeke ku rastî eleqeyeke mezin hat gihîşt xwendevanan. Di bernameya danasînê de Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahir Baykuşak, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş û edîtorê kovarê Dogan Guzel axivîn.

Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak, diyar kir ku ew di qada weşangeriya kurdî de bi salan e xebatan dimeşînin û bal kişand ser dîroka çapemeniya kurdî. Baykuşak anî ziman ku Şaredariya Bajarê Mezin weşangeriya pirzimanî û pirzaravayî wekî polîtîkaya bingehîn qebûl kiriye û got, “Em kovara bi navê BAJAR a di cureya xêzeromanê de li weşangeriya kurdî zêde dikin. Daxwaz û hêviya me ew e ku kovar di serî de soranî, di hemû zaravayên kurdî de bê weşandin. Kîjan şaredarî an jî sazî bixwaze vê xebatê li herêma xwe bike, em amade ne ku bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bidinê. Em hêvî dikin ku temenê kovara me dirêj, xêzkar û karkerên wê zêde bin.”

Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş jî bal kişand ser hêza xêzê ya di veguhestina bîra civakî û rexneyê de. Zeynep Yaşê kovara Qirixê ku di serdemekê de hatibû weşandin bi bîr xist û got, “Wekî ku Qirix bûbû kovareke ku me hemûyan di berîka xwe de hildigirt, îro BAJAR jî şopdarê wê kevneşopiyê ye. Wê bi rêya xêzkirinê bîr, rexne û hestiyariya civakî mezin bike; wê tevkariyê li me bike ku em bi hev re civakeke xurtir ava bikin.”

Zeynep Yaşê diyar kir ku ew armanc dikin BAJAR bi demê re bigihîje mala her kesî û bawer dikin ku wê xêzkarên kurd tevkariyê li kovarê bikin. Zeynep Yaşê got, “Em ê çand, ziman, mîzah û rexneya kurdî bi rêya xêzan bigihînin gel. Kovara me wê niha bi zaravayên kurmancî û zazakî berdewam bike. Her ku derfet pêş bikevin, em hêvî dikin ku hem bi awayê dîjîtal û hem jî bi awayê çapkirî di zaravayên din ên kurdî de jî bê weşandin.”

‘Dikare di her zaravayî de bê weşandin’

Edîtorê kovarê Dogan Guzel jî got ku BAJAR ne tenê kovareke mîzahî ye, di heman demê de armanc dike çanda xêzeromanê pêş bixe. Guzel diyar kir ku kevneşopiya xêzeromanê li gelek welatan bi rêya kovaran pêş ketiye û bal kişand ser kêmasiya vî warî ya di kurdî de. Guzel destnîşan kir ku şaredariyê tevkariyên girîng li projeyê kirine û got, “Her kes dikare vê xebatê li ser înternetê bi zaravayê xwe bi hêsanî pêk bîne. Kovar ne tenê weşanek e, amûrek e ku ziman pêş dixe û dide jiyîn. Înternet girîng e lê divê ev wekî çapkirî jî berdewam bike. Heke wisa be ji Rojhilat heta Rojava, ji Başûr heta Ewropayê gelek xêzkarên kurd dikarin di vê kovarê de bigihîjin hev.”

Güzel da zanîn ku kovar bi awayekî ku bikaribe di hemû zaravayên Kurdî de bê weşandin hatiye sêwirandin û got, “Kovar dikare bi her zimanî, bi zimanê wê herêmê bê çapkirin. Li her çar perçeyan hebûna kovareke periyodîk ji bo me pir girîng e.”

Bername, bi belavkirina hejmara yekem a kovarê li beşdaran bi dawî bû.