Koye dîsa bombebaran kirin
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rojnewsê parve kir, careke din navçeya Koye ya Hewlêrê hate bombebarankirin.

Careke din navçeya Koyê ya Hewlêrê bombe kirin. Beriya wê jî bi du mûşekan Kampa Sûrdaş ya ku welatiyên Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn, bû hedef. Tevî agirbestê jî rejîma Îranê Kampa Sûrdaş ya ser bi sînorê Parêzgeha Silêmaniyê bi mûşekan bombebaran kir.
Çavkaniyekê ji malbatên Pêşmergeyên Komaleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ku berî niha li nava kampê dijiya, ji Rojnewsê re axivî û got: “Êriş li ser tankerên avê yên kampê ketiye.”
Hate ragihandin ku di êrişê de ti ziyaneke canî pêk nehatiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de li Herêma Kurdistanê 21 kes hatine kuştin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne.
200 saziyan ji Amerîka re name şandin
200 nûnerên rêxistinên civaka sivîl, nivîskar, rewşenbîr û mamosteyên zanîngehê, daxwaznameyek pêşkêşî Konsolxaneya Amerîka û nûnertiyan kirin û gotin: “Tişta ku cihê pirs û nerazîbûna me ya cidî helwesta Amerîkayê ye. Ji ber bombebarana welatên Kendavê û Bexdayê rawestiyaye, lê Herêma Kurdistanê tenê di bin rehma mûşekên Îranê de hatiye hiştin.”
200 nûnerên rêxistinên civaka sivîl, nivîskar, rewşenbîr û mamosteyên zanîngehê, derbarê êrişên li ser Herêma Kurdistanê, daxwaznameyek nerazîbûnê ji bo Konsolxaneya Amerîka û nûnertiyan şandin û gotin çima li dijî Başûr êrîş pêk tên.


