‘Kujer eşkere ye lê nayên darizandin’
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya xwe li dar xistin û pirsa faîlên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin û Haci Mihci kirin. Beşdarên ku di çalakiyê de axivîn diyar kirin ku kujerên Vedat Aydin û Haci Mihci eşkere ne lê nayên darizandin.

Li Amed, Êlih û Colemêrgê her hefte çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” tê lidarxistin û daxwaza dîtina windayan û girtin-darizandina faîlan tê kirin. Vê hefteyê jî Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê pirsa faîlên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin û Haci Mihci kirin.
Amed
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 908emîn de berdewam kirin. Xizmên Windayan li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser hate hilgirtin û wêneyên wan hatin rakirin. Malbatên windayan, malbata Vedat Aydin, parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin hat pirsîn ku di 5ê Tîrmeha 1991an de piştî ji mala xwe ya li Amedê hate binçavkirin û cenazeyê wî di 7ê Tîrmehê de di nav sînorê navçeya Maden a Xarpêtê de hate dîtin.
Şukran Aydin: Kujerên eşkere nayên darizandin
Destpêkê hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin axivî. Şukran Aydin diyar kir ku kujerê Vedat Aydin eşkere ye û wiha got: “Kujer dewlet bi xwe ye. Dewlet hewl dide me bixapîne. Heke dewlet dilsoz bûya niha evqas kiryarên ne diyar tune dibûn. Ew mirovên winda hemû sivîl bûn. Ji malên wan hatin girtin û birin. Bi wan kesan re ne çek, ne top û ne jî bombe hebûn. Ger Serokkomar bixwaze, dikare kiryarên ku eşkere ne derxîne holê. Û dîsa dubare dikim; kujerê me dewlet e.”
Veysî Aydin: Ji bo pêşerojê divê dewlet xwedî li diyalogê derkeve
Dûre birayê Vedat Aydin,Veysî Aydin axîvî û destnîşan kir ku ev kesên ku ew wêneyên wan hildigrin ji ber ku di nav civaka Kurdan de cih girtine û xwedî li mafên rewa ên Kurdan derketin bûne armanca dewletê û got: “Her yek ji van xwedî çîrokeke berxwedêr in. Dewlet bi van tevgerên xwe bi ser neket û pirsgirêk roj bi roj kûrtir bû. Niha di van rojên ku em qala pêvajoyê dikin, divê dewlet bi awayekî cidî tevbigere û ji bo pêşeroja vî welatî xwedî li vê diyalogê derkeve.”
Serhat Eren: Ev pêvajo ji bo xewn û xeyalên Vedat Aydin fersend e
Pişt re parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî anî ziman ku Vedat Aydin û rêhevalên wî ji bo gelê Kurd di qada siyaseta demokratîk de cih bigrin, ji bo çand, ziman û nasnameya Kurdan bê nas kirin di nav hewldan û têkoşînekê de bûn û wiha got: “Ev jî tirseke mezin di dilê dewletê de ava kiriye. Dewletê wisa difikirî ku wê bikaribin bikuştin û qetilkirinan gelê Kurd bêdeng bikin û bi vî rengî dê meseleyê ji bo xwe çareser bikin. Îro em pêvajoya aştî û civaka demokratîk dimeşînin û divê em baş bizanibin ku ev pêvajoya ji bo bi cîh anîna xewn û xeyalên Vedat Aydin fersendeke mezin e û divê em vê fersendê gear bi kar bînin.”
Çîroka Vedat Aydin a 35 salan
Dû re endama Desteya Rêvebiriya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eylem Kaya çîroka Vedat Aydin xwend û wiha vegot: “Vedat Aydin di sala 1953an de li Bismilê ji dayik bû. Di sala 1990an de ji ber axaftina xwe ya bi kurdî ya di mîtînga Enqereyê de hat girtin û paşê di pêngava siyaseta demokratîk de wekî Serokê Welatê Amedê yê HEPê hat hilbijartin. Di 5ê Tîrmeha 1991an de li mala xwe ji aliyê kesên xwe wekî polîs dan nasîn hat binçavkirin; du roj şûnda, di 7ê Tîrmehê de cenazeyê wî yê ku îşkenceyên giran lê hatibûn kirin li navçeya Madenê ya Xarpête hat dîtin. Di merasîma cenazeyê wî de ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, ji ber êrîşa hêzên paramîlîter herî kêm 8 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn. Dosya û kujerên Vedat Aydin ku 35 sal in nehatine darizandin, heta îro jî wekî birîneke kûr a edaletê di rûpelên dîrokê de cih digre.”
Çalakî piştî xwendina çîroka Vedat Aydin û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 744emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên a li Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de Rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatibûn windakirin hildan. Di çalakiya Êlihê de jî faîlên siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin hate pirsîn. Rêveberê ÎHDê Alî Karadogan çîroka qetilkirina Siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin xwend.
Piştî çalakiya rûniştînê çalakî bi dawî bû.
Colemêrg
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiya hefteya 234emîn de kujerên Haci Mihci yê di sala 1987an de li Geverê bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest daye hate pirsîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan.
Piştî xwendina serpêhatiya bûyera Haci Mihci çalakî bi dawî bû.


