Kupaya cîhanê siyasî ye!
Di nav mijarên nakok de divê ev yek jî cihek girîng werbigire bêguman, çima kupaya cîhanê ya jinan bi qasî ya mêran ne bi navûdeng e? Gelo we ev pirs heta niha jixwe pirsî, bêguman weke gelek tiştan ev qada werzîşê jî weke qada mêran tê binavkirin û bi piştgiriya ji dinyayê tê jî ev nêrîn û têgihiştin tê erêkirin.

Dinya tev bi rojeva kupaya cîhanê re mijûl e. Bêguman şopandina kupayê ne sûc e û heta cihek wekî aktîvîteya civakîbûnê jî dikare were nirxandin. Li gel wê qalakirina hemû aliyên wê jî girîng e. Di serî de mijara sereke heye ku li welatên tê lîstin, bi milyonan alîgir li stadyûman kom dibin û coşa xwe parve dikin. Beyî hesabê tiştekî bikin jî, ev yek tê kirin.
Gelo xizmên wendakiriyên li Meksîkoyê ku yek ji navendên kupayê ye çi difikrin? Belê hêrsek mezin dijîn. Ji ber ku ew bêrawestan li xizmên xwe digerin, êşa wê dijîn. Lê li gel wê jî bi hezaran kesên ku ji bo şampiyoniyê li wir diçin fitbolê temaşe dikin, hemû rojevê dadigirin.
Aborî, turîzm, fihûş… tişta ku li wan welatan di rojên wisa de tê bipêşxistin ev e. An jî parçeyek ji vê yekê ye. Bêguman xalek sereke ya şampiyoniyê zindîkirina netewperestiyê ye. Kesên ku rojane ewqas girîngî jî nedin vê yekê, di rojên ku tîma fitbolê ya welatê wan derdikeve, hemû fikrên xwe datînin aliyekî yan jî bingeha fikrên xwe yên netewperestiyê derdixin holê. Rêber Abdullah Ocalan werzîşê weke yek ji stûnên bingehîn ên rêxistinkirina gel dinirxîne. Mînak, gelo we dizanî kupaya cîhanê ya fitbolê ya sala 1934an ji aliyê dîktator Benîto Mussolînî weke amûra rêxistinkirinê hat bikaranîn? Belê spor û di nav vê de jî fitbol yek ji amûrên bingehîn ên birêvebirina siyaseta dewletan e.
Rastiya wê jî li qadan derdikeve pêş, bi hezaran alîgir bi vexwarinên xwe yên alkolî di destê xwe de li dû çend kesên ku li dû gogê dibezin qîr dikin. Dibêjin qey wê bi vê maçê rûmeta welatê wan were parastin û dibêjin qey yên li dû gogê dibezin ew bixwe ne.
Bêguman ev yek ne ji bo biçûkxistin an reşkirina fitbolê ye. Berovajî wê, ez qala şêwaza şopandin û helwesta mirovan dikim, ne qala lîstokê bixwe. Nijadperestî armanca hêzên dewletan e û bandora wê jî weke şewbê zû berbelav dibe.
Yek ji xalên ku divê di dema kupayê de were nirxandin jî, siyaset e. Li gorî qural û fermiyetê bêguman di FIFAyê de siyaset tune, lê rastî jî gelo wisa ye? Ji bo em baş fêm bikin, divê çavdêriyên baş bikin û hewl bidin ji nav hev derxînin.
Sala 1978an li Arjantînê kupaya cîhanê hebû, li wir di bin şertên dîktatoriya artêşê de lîstok hebûn, kupa li wir jî wek amûra rêxistinkirinê hat bikaranîn. Sala 2022yan xelatên kupayê bûn mijarên nîqaşê, qala lobîzm, nelirêtî û her wekî din hat kirin. Serokê FIFAyê bi xwe jî bal kişand ser bandora siyasetê ya li ser xelatan.
Dîsa çawa îsal li Meksîkayê pirsgirêkên mafên mirovan tên nîqaşkirin, 2022yan li Qatarê jî nîqaşên li ser mafên mirovan, şertên kar ên welat û her wekî din nebûn asteng ku li wir kupa were lidarxistin. Di dema maçên kupayê de wêneyê dara şîn û ya jiyanê bînin pêş çavên xwe, lê nîvî wêneyê reş û tarî ye. Li Meksîkayê jî hema hema ev tablo heye, bi hezaran malbat li wendayên xwe digerin lê li aliyê din jî li stadyûman ne xema ti kesî ye. Ji bo wê jî çalakî tên lidarxistin, lê ya ku pê re rû bi rû tên astengiyên polîsan e.
Tîmên ku bi ser dikevin, ew tîm in ku li welatê wan wê kupa bê were lidarxistin. Ev jî bêguman pêşhaziriyên mezin dixwaze lê di heman demê de qezencên mezin ên aboriyê jî bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê navûdengiyekê bi xwe re tîne, ji bo wê yekê paşguhkirina pewîstiyên gel jî li ber çavan tên girtin.
Di nav mijarên nakok de divê ev yek jî cihek girîng werbigire bêguman, çima kupaya cîhanê ya jinan bi qasî ya mêran ne bi navûdeng e? Gelo we ev pirs heta niha jixwe pirsî, bêguman weke gelek tişt ev qada werzîşê jî weke qada mêran tê binavkirin û bi piştgiriya ji dinyayê tê jî ev nêrîn û têgihiştin tê erêkirin.
Lê beriya em wan nîqaşan, siyaset û bîrdoziya di werzîşê de li vir wek mijar bi dawî bikin ku gelek mijarên berfireh in jî, mirov dikare li ser mijarê hîn zêdetir tiştan parve bike, lê divê îsal bi taybet balê bikişînin ser ciwanên kurd ên serkeftî di nav kupayê de cih digirin. Di tîmên Îran, Almanya û Iraqê de ew lîstikvan bûn ku bi performansa xwe bal kişandin. Yek ji navên herî zêde di rojevê de Denîz Undav e bêguman. Ciwanê êzidî ku li tîma Almanyayê dilîze, di pozîsyona êrişê de di yedekê de ye. Di nav her du lîstokên destpêkê yên koman de bi golên xwe serkeftina tîmê bi dest xist û bû yek ji navên herî zêde tê nîqaşkirin ê kupayê.
Dîsa qelevanê tîma Îranê Alîreza Beiranvand, bi performansa xwe ku li lîstika li dijî Belçîkayê, tîma beramber xist nav tengasiyê, rojevek li dora tîma xwe ava kir. Dîsa di tîma Iraqê de Rebîn Sulaka, Mêrxas Doskî, Yusif Emîn, Osama Reşîd, Marko Farjî, Akam Haşîm, Heran Ehmed… Wê bêguman serkeftina wan lîstikvanên bihêz nayê jibîrkirin, lê ji bo me ji ber ku ciwanên kurd in ku bi serbilindî hebûna xwe vedibêjin wê neyên jibîrkirin. Di sekna xwe de dibe ku mutewazî bin, lê bi serkeftina xwe bêguman ne mutewazî ne û tişta ku armanc dikin bi dest dixin. Li vê derê ez jî hêviya xwe ya xwedîderketina wan lîstikvanan ji bo tîmên weke Amedsporê dixwazim parve bikim. Cihê ku herî zêde serkeftinên bi vî awayî pêwîst dikin jî ev e. Ji ber ku cihê herî zêde êrişa di qada werzîşê tê kirin jî ew e.
Divê her kurdek jî xwedî lê derbikeve ji ber ku di encamê de werzîş û di serî de jî fitbol ne bêalî ye, bêguman siyasî ye û bandora xwe ya cîhanî jî ne ya jibîrkirinê ye. Bi hêviya ku serkeftinên pêşengên di qada werzîşê de bibin malê hebûna wan weke netewe jî, weke mirov jî.


