KURDÎGEH: Zimanê me Kurdî ye welatê me Kurdistan e

KURDÎGEHê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî çalakiyek li dar xist û belgeyên mezûniyetê dan xwendekarên xwe.

1 deqe xwendin
KURDÎGEH: Zimanê me Kurdî ye welatê me Kurdistan e

Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), di çarçoceya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Navenda Çandê ya Berîvanê çalakiya bi navê “Stran, Belgedayîn, Şahî” li dar xist. Di çalakiyê de nûnerên KURDÎGEHê belgeyên mezûniyetê dan xwendekarên xwe. Di çalakiyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” daliqandin. Parlamenterên DEM Partiyê Mahmut Dîndar, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Abdullah Zeydan, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiye bûn. 

Hevserokê KURDİGEHê Mesut Kertiş pêşiya çalakiyê diyar kir ku li cîhanê 7 hezar ziman hene lê 2 hezar û 500 ziman bi xetereya windabûnê re rû bi rû ne û got: “Kurdî jî di nav wan zimanên di xetereya windabûnê de ye. Pergal pir baş dizane ku ger ziman biqede, wê gel jî biqede. Çand, ziman û welat sedemên herî girîng ên hebûnê ne. Çanda me çanda Kurdî ye, zimanê me Kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e. Her gel dikare ji bo pêşeroja xwe biryar bide. Em jî ji bo zimanê xwe, statuya ziman divê biryarek bidin.” 

Piştî axaftinan, belgeyên qedandinê ji mezûnan re hat dayîn. Şev bi guhdarîkirina muzîkê bi dawî bû.