KURDÎGEHê konê ‘Zimanê Kurdî’ veda
KURDÎGEHê li Parka Hunerê ya Rêya Armûşê ya Wanê konê “Zimanê Kurdî” veda. Dê kon 6 rojan li dar be.

Komelaya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Hunerê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê konê “Zimanê Kurdî” veda. Standa pirtûkan ku li kon bê pêşandan, dê 6 rojan di xizmeta xwîneran de be. Qada ku kon lê hatin vedan bi pankartên “Em ê her derê bikin KURDÎGEH, her der Kurdî her dem Kurdî”, “Azadiya Kurdî azadiya civakê ye” û “Statûya Kurdî, perwerdehiya Kurdî” hat xemilandin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî standa pirtûkan da.
Vekirina standê bi gerandina govendan dest pê kir û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Dûre li ser navê KURDÎGEHê Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbahar bal kişand ser girîngiya ziman û got: “Zimanê Kurdî zimanekî bingehîn e. Kurd bi hezar salan e bi zimanê xwe dipeyivin. Zimanê me nasnameya me, hebûna me û axa me ye. Heke em zimanê xwe winda bikin, em ê her tiştê xwe winda bikin. Zêdetirî sed salan e hêzên desthilatdar hewl didin Kurdî qedexe bikin û ji holê rakin. Lê bi saya berxwedana Kurdan, Kurdî hîn li ser piyan e. Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku ziman ji nan û avê girîngtir e. Ji ber wê yekê, di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de beriya her tiştî divê zimanê Kurdî were qebûlkirin. Divê Kurdî bibe zimanê fermî û di hemû saziyên giştî de were bikaranîn. Divê em jî ji bo vê yekê têkoşîna xwe mezin bikin.”
Kon dê heta 14ê Gulanê vekirî be.


