Kurdistanî li Freiburgê daketin qadan
Kurdistanî li Freiburgê daketin qadê û çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava li dar xistin. Bi heman armancê dê sibê li Lahrê bi tevlîbûnên welatiyên Freiburg, Offenbug û bajarên derdor meşekî girseyî bê lidarxistin.

Kurdistaniyên li bajarê Freiburg ê Elmanyayê dijîn, bi armanca şermezarkirina êrîş û komkujiyên li ser Rojava daketin qadan. Beşdarên çalakiyê destnîşankirin ku ew ê heta naskirina statuya Rojava, wê li qadan bin.
Beşdaran dan zanîn ku dê sibê li Lahrê bi tevlîbûnên ji Freiburg, Offenbug û bajarên derdor meşekî girseyî were lidarxistin û gotin: “Dê meş li Lahrê were lidarxistin. Girse dê sibê saet di 17:00an de li Rathausplatzê çêbibe.
Girseyê xwest sibê her kes tev li meşê bibe û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Yekîtiya Gelan” berzkirin.


