Kurdistaniyên Fransayê: Kurdistan Yek e
Li bajarên Niceyê, Bordeaux, Avignon û Strasbourgê bi hezaran kesî li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞê meşiyan û banga piştevaniya ji bo gelê Rojava kirin.

Li bajarê Niceyê Fransayê, Kurdistanî û dostên kurdan ji bo protestokirina êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û DAIŞê yên li ser Rojava meşek pêkanîn. Çalakî li ber stasyona trênê ya sereke ya Niceyê dest pê kir û piştî meşa li ser rêyeke sê kîlometreyî, li Meydana Massénayê bi dawî bû. Girseya ku li meydanê civiyan, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
Di çalakiyê de nûnerên komeleyên Ermenan, Partiya Sosyalîst a Fransayê û Meclîsa Gel a Kurd axivîn û bal kişandin ser piştevaniya hevpar. Beşdaran bi dirûşmên wekî ‘Kujer Erdogan, kujer Colanî’, ‘Kurdistan Yek e’, ‘Bijî berxwedana YPG’ û ‘Bijî YPG’ bang li gelê Rojava kirin.
BORDEAUX
Li Bordeauxê bi hezaran Kurdistanî, wekî parçeyek ji çalakiyên ku bi rojan e berdewam dikin, li Meydana Place de la Bourse civiyan. Girsê ber bi Meydana Libertê ve meşek pêk anî. Girseya gel bi berdewamî dirûşmên ‘Bijî Rojava’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Defend Rojava’ û ‘Bijî Kurdistan’ berz kirin. Di çalakiyê de pankartên silavkirina gelê Rojava û şervanan, flamayên YPG û YPJê û alên Kurdistanê hatin hildan. Çalakî piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê, bi xwendina sirûda ‘Ey Reqîb’ dest pê kir.
AVIGNON
Li Avignonê gelê Kurd ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meşek li dar xist. Çalaki saet di 14:00an de li ber Garê ya Avignonê dest pê kir. Girsê alên bi rengê zer, sor û kesk û alên YPG/YPJê hildan. Di dirêjahiya meşê de li ser kolanan bi berdewamî dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hat qîrîn. Meş li meydaneke navenda bajêr bi mîtîngekê bi dawî bû. Di axaftinan de peyama ku "heta Rojava azad bibe wê çalakî li her derê berdewam bikin" hat dayîn.
STRASBOURG
Ji ber 1ê sibatê Roja Rojava ya Cîhanê, li Strasbourgê çalakiyên xwedîderketina li Rojava di nava rojê de berdewam kirin. Di vê çarçoveyê de li Meydana Kleberê standa agahdarkirinê hat danîn û li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hat lidarxistin. Di standê de bi belavokên hatin belavkirin bal kişandin ser hewldanên çeteyên cîhadîst ên HTŞê yên ji bo rewakirina xwe û polîtîkayên komkujiyê yên dewleta tirk.
Piştre civîna gel li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Nûnerê PYDê yê Ewropayê Dexîl el-Abas wekî axivêr beşdarî civînê bû. El-Abas diyar kir ku êrîşên li ser Helebê ne bûyerên leşkerî yên hêsan in, parçeyek ji konsepta navneteweyî ya berfireh in.


