Leşekerên tirk li gundê Amûdê gule reşand
Leşkerên dewleta tirk li gundê Behirê yê rojavayê Amûdê gule reşandin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), nuçeyeke der barê êrîşa leşkerên tirk a li ser gundê Rojava parve kir. Li gorî nûçeya ANHAyê leşkerên dewleta tirk hilkişiyan ser dîwarê di navbera Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê de bi awayekî bênavber heta nîv saetê gule berdan gundê Behîra yê dikeve rojavayê Amûdê.
Hat ragihandin ku tu kes birîndar nebû, lê bûyerê metirsiyek di nava şêniyan de çêkir.


