Leşker Iraqê ji taxê vekişiyan
Prêzgerê Kerkûkê Rêbwar Taha dema bi boneya bûyeran li Taxa Newrozê lêgerîn kir û derbarê êrişên li ser malbatên kurd de agahî girtin. Piştî hevdîtina Taha ya bi Serfermandarê Giştî yê Iraqê re leşkerên Iraqê ji taxê vekişiyan.

Rageşiya bi boneya helwesta êrişkar a artêşa Iraqê ya li ser Taxa Newrozê ya Kerkûkê berdewam dike. Di seatên sibê de artêşa Iraqê di ser malên Kurdan de girtibû û gefa kuştinê li wan xwaribû. Her wiha yekîneyên artêşa Iraqê ji malban xwesti bûn ku taxê biterikînin.
Leşker Iraqê ji taxê vekişiyan
Li ser zêdebûna rageşiyê Parêzgerê Kerkûkê Rêbwar Taha serdana taxê kir û malbat guhdar kirin. Di dema gera Taha de leşkerên Iraqê helwesta xwe ya êrişkar berdewam kirin û ev yek jî bû sedema gengaşiya di navbera parêzvanên Taha û leşkerên Iraqê de.
Piştî lêgerînan Taha bi Serfermandarê Giştî yê Iraqê re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinan çend seat şûn re leşkerên Iraqê ji taşa Newrozê vekişiyan. Li taxê niha rewş cardin aram bûye.


