Li 3 bajarên Ewropa Rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin

Kurd û Kurdistaniyan bi boneya 77emîn salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Cenevre, Hamburg û Essenê şahiyên girseyî li dar xistin.

1 deqe xwendin
Li 3 bajarên Ewropa Rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin

Li Navenda Civaka Demokratîk a Cenevreyê, bi pêşengiya Komuna Jinan a Şehîd Sema Yuce çalakiyek hate lidarxistin. Tevlî welatparêzên Kurdistanî, gelek zarok jî beşdarî bernameyê bûn. Bername ji bo bîranîna hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. 

Piştî axaftina vekirinê, helbesta bi navê "195 Zarok" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala par ji bo zarokan nivîsandibû, hate xwendin. Beşdaran bi baldarî li sînevîzyona ku behsa jiyana Rêberê Gelê Kurd cîhana wî ya ramanî û têkoşîna wî ya li ser bingeha biratiya gelan dikir, temaşe kirin.

Çalakî bi muzîka Komuna Çandê ya Cenevreyê berdewam kir. Di pîrozbahiyê de ku govend hatin gerandin, perspektîfên neteweya demokratîk, azadiya jinê û civaka ekolojîk derketin pêş. Di çalakiya bin pêşengiya komuna jinan de, cihgirtina zarokan di navendê de bal kişand.

Hamburg 

Li Parka Sternschanze ya Hamburgê gelek Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev. Piştî rêzgirtinê Kurdistan û cîhanê, parlamentera berê ya HDPê Fatma Kurtulan axivî. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Rojbûna te pîroz be ey Serokê me” hatin berzkirin û pîrozbahî bi tilîlî û govendan bi dawî bû.

Essen 

Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Essenê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Essenê bi boneya 4ê Nîsanê pîrozbahî hat li darxistin. Di pîrozbahiyê de rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Essenê Gulhan Ozkan slav da beşdarvanan û bi xêrhatina wan kir. Piştî axaftina Ozkan li ser navê KOMAVê Nazîre Gultekîn axivî. Nazîre Gultekîn balkişand ser wateya 4 Nîsanê û got: "Rojbûna gelê Kurd, Rojbûna mirovahiyê li şehîdên têkoşîna azadiyê, li hemû şervanên azadiyê, li zarokên Kurd, li dayîk û bavên şehîdên me û li Kurdistaniyan pîroz be. Rojbûna Rêber Apo rojbûna Netewa gelê Kurd e. Wî em anîne vê astê. Rojbûna Rêber Apo îro netewek ava kir." Pişt re li ser navê YJK-E Hevala Çîçek axivî û balkişand ser wateya 4ê Nîsanê. 

Piştre Hozan Welat stran got. Piştî stranan dayîkan bi tîlîliyan pasteya rojbûna Rêber Apo anîn û zarokan pifî findên pasteyê kirin û paste kerî kirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hate berzkirin.

Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.