Li Amed, Êlih, Sêrt û Îzmîrê bi hezaran ji bo ziman daketin qadan
Li Amed, Êlih û Sêrtê bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi hezaran nûnerên saziyên demokratîk û civakî daketin qadan û xwestin statuya Kurdî bê nasîn.

Li Amedê Saziya Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ji bo 15ê Gulanê daxuyaniyeke girseyî dan. Li Êlih, Sêrt û Îzmirê jî bi heman armancê bi girseyî daxuyanî dan û xwestin statuya kurdî bê naskirin.
Amed
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ji bo 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî dan. Hevserokê Giştî yê DBP Keskîn Bayindir, parlameneterên DEM Partiyê rêveber û endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî yên bajêr û gelek zimanhez tevlî daxuyaniyê bûn. Girseyê dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me hebûna me ye” berz kirin û heta qadê meşiyan.
Girseyê li qadê pankarta “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” vekirin û dowîzên “Em Kurd in perwerdehiya bi Kurdî dixwazin”, “Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê”, “Ez bi Kurdî dijîm”, “Bê ziwan cu nêbena”, “Zimanê min welatê min e”, “Kurdî nasnameya me ye”, “Dem dema zimanê Kurdî ye” rakirin. Mamosteyê zimanê Kurdî Rifat Ronî ewilî axivî û bal kişand ser girîngiya ziman.
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Şukran Yakût jî li vir daxuyanî xwend û gotina Mîr Celaled Bedirxan a “Ziman şertê heyînê yê pêşîn e” bi bîr xist û got: “Pirsgirêka ku zêdetirî 100 sal in berdewam dike, di eslê xwe de encama polîtîkayên bişaftin, zext û qedexeyên li ser çand û zimanê Kurdî ye. Di sedsala 21emîn de hîn jî bi milyonan zarokên Kurd ji zimanê xwe tên qutkirin û tirkîtî li ser wan tê ferzkirin. Li gorî pîvanên navneteweyî, ev pêkanîn sûcê li dijî mirovahiyê ne.”
Şukran Yakût bal kişand banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk dê bibe sedema mîsogerkirina nasname, xwebûn û statuya siyasî ya gelê Kurd. Em ê wekî sazî bi dirûşma “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” têkoşîna xwe berfirehtir bikin.” Şukran Yakut herî dawî xwest her kes bi kurdî biaxivin binivîsin û bixwînin û ziman biparêzin.
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û got: “Kovara Hawarê bû mizgînî û cejna gelê Kurd. Em minetarên wan in. Kesên ku ji bo zimanê Kurdî ked dane bi bîr tînim. Me dixwest bi sedan û hezaran li Kurdistanê û Tirkiyeyê cejna zimanê xwe pîroz bikin. Komara Tirkiyeyê zimanê me hêj wek zimanê fermî qebûl nake. Ji destpêkirina kovarê heya roja îroyîn gelek genelge û bi fermana xwestin zimanê me tune bike. Ev dewlet û desthilatdar hêj jî bi bêbextî nêzî vî zimanî dibe. Em ê tekoşîna azadiya zimanê xwe berfireh û bilind bikin. Heta em statuya zimanê xwe bi dest nexin em dev ji têkoşînê bernadin. Em ê li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin.”
Keskîn Bayindir gelê kurd her derê bike dibistan û wiha got: “Pêşxistina zimanê me ji bo me hemûyan berpisyariyeke. Ez îro dixwazim bi şanazî mizgîniyêkî parvebikim televizyona Nûçe TVê dest bi weşanê kir û her wiha KurdîFMê jî dest bi weşanê kir. Em vê yekê hezar caran pîroz dikin. Mala we hezar caran avabe ku hûn ji bo zimanê me xebatê dimeşînin. Em weke berpisyariyekî ji bo zimanê xwe tevbigerin. Meseleya ziman meseleya nasname û jiyanê ye. Çanda, stran, êş û elamê xwe bi Kurdî bikin. Em ê bi zimanê Kurdî Kurdistanê bixemilînin.”
Piştî axaftinan dirêşma hatin berzkirin û govend hat gerandin. Herî dawî ji bo tevlîbûna meşa ku “Gavek ji bo Aştiyê” ya sibê saet 19:00an de pêk bê bang hat kirin.
Êlih
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê li parka Yilmaz Guney 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin û daxuyanî dan. Rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên Êlihê, aktîvîstên TJAyê, ÎHD û OHDê yên Êlihê, TUAY-DER, MEBYA-DER, DÎAY-DER, Komeleya 78an, endamên Komeleya Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr tev li çalakiyê bûn. Girseya ku kom bibûn dowîzên “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Ziman şitila avakirina civakê ye” nivîsandin û pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hilgirtin. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya arî (ARÎ-DER) Mazlûm Tenha daxuyanî da.
Sêrt
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ên Sêrtê ji Rêya 3yemîn heta Rêya Guresê meşiyan û piştre jî daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên DEM Partiyê û DBPê yên Sêrtê, aktîvîstên TJAyê, ÎHD û OHDê yên Êlihê, TUAY-DER, MEBYA-DER, endamên Komeleya Dayikên Aştiyê û gelek endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr tev li çalakiyê bûn. Girseya ku kom bibûn pankarta “Her dem Kurdî, Li her der Kurdî “hilgirtin. Hevserok BOTAN-DERê Çîçek Polat daxuyanî xwendin.
îzmîr
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya komeleyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de, pankarta “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” vekirin. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me rûmeta me ye” berzkirin. Sinan Zencir li ser navê girseyê daxuyanî xwend.
‘Banga Ocalan rê li ber statuyê vedike’
Sînan Zencîr destnîşan kir ku gelê Kurd bi banga Rêber Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ nîqaşên li ser rakirina astengiyên li hember çand û ziman xurt kirine û got: “Em di vê bîr û baweriyê de ne ku dê ev banga Rêber Abdullah Ocalan bibe sedema zindîkirina ruhê neteweyî yê aştiyane û civaka demokratîk. Dê rê li ber mîsogerkirina nasname, xwebûn, statû, mafê siyasî û hiqûqî veke.”


