Li Amedê çalakiya 4ê Nîsanê

Li Amedê jin bi wesîleya 4'ê Nîsanê li hev kom bûn û dar çandin. Ji bo meşa Amara û Gemlîkê jî banga tevlîbûnê hate kirin.

1 deqe xwendin
Li Amedê çalakiya 4ê Nîsanê

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya rojbûna Rêber Apo li navçeya Rezan a Amedê li Bexçeyê Mala Zarokan a Solîn jin li hev kom bûn. Gelek jin û siyasetmedar tevlî bûn.

Aktîvîsta TJA'yê Nûr Aytemûr anî ziman ku 4'ê Nîsanê ji bo jinan ne tenê rojbûnek e, her wiha tê wateya rizgarî û vejîna gelekî.

Nûr Aytemûr got; "Em soz didin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe pêk bînin weke jin têbikoşin."

Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya jî bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Adalet Kaya bi bîr xist ku li gel 14 mehên di ser bangê re derbas bûne hîn desthilatdariyê gaveke şênber neavêtiye û got, statuya gel bi naskirina statuya hiqûqî û siyasî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.

Adalet Kaya got, "Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelan e, azadiya jin û ciwanan e. Ya ku divê bê kirin avêtina gava şênber e, ragihandina statuya Îmraliyê ye."

Adalet Kaya ji bo meşa Amara û Gemlîkê banga tevlîbûnê kir û got, "Meşa me wê li dijî şer ji bo mezinkirina îradeya aştiyê û pêkanîna azadiya Rêber Apo be."

Di çalakiyê de li ber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" govend hate gerandin.

Li aliyê din li navçeya Yenîşehîr a Amedê jî dar hatin çandin.