Li Amûdê malbatan xwestin dîlgirtiyan berdin

Malbatên dîlgirtiyan li Qada Jina Azad a Amûdê kom bûn û xwestin tavilê dîlgirtî bên berdan. Li bajarê Amûdê malbatên dîlgirtiyan li Qada Jina Azad bi daxwaza berdana tavilê ya dîlgirtiyan çalakiyek li dar xist.

1 deqe xwendin
Li Amûdê malbatan xwestin dîlgirtiyan berdin

Li gorî Peymana 29ê Çileyê divê hikumeta demkî ya Sûriyeyê pirsgirêka dîlgirtiyan ku li herêmê bûye mijareke girîng çareser bike û bilez dîlgirtiyan berde. Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku malbatên dîlgirtiyan li herêmê li dar dixin de, îro jî li bajarê Amûdê hejmarek malbat û şênî li Qada Jina Azad kom bûn û daxwaza berdana bilez a zarokên xwe kir.

Malbat, şênî û zarokên dîlgirtiyan pankartên "Vegera dîlgirtiyan", "em zarokên xwe dixwazin", "dîlgirtiyên me berdin" hildan.