Li Amûdê û Girkê Legê bangawaziya serbestberdana dîlgirtiyan
Li bajarên Amûdê û Girkê Legê, malbatên dîlgirtiyan û xwendekarên zanîngehê xwestin ku dîlgirtiyên di destê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de ne, demildest serbest werin berdan.

Li bajarê Amûdê, malbatên dîlgirtiyan ji bo balê bikşînin ser rewşa zarokên xwe yên di zindanên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, xwepêşandanek girseyî li dar xist. Meşa ku ji Bazara Bajêr dest pê kir, li Çerxerêya Jinan veguherî mîtîngekê.
‘Dîwarên zindanan nikarin rastiyê veşêrin’
Di çalakiyê de şêniyên bajêr piştgirî dan malbatan. Çalakvanan destnîşan kir ku dozên dîlgirtiyan mijareke mirovî ye û nabe ku wekî amûreke siyasî were bikaranîn. Di meşê de pankartên bi nivîsên “Dîwarên zindanan nikarin rastiyê veşêrin” û “Zarokên me berdin” hatin hildan.
Malbatên ku bi dirûşman bang li aliyên peywendîdar kirin û daxuyandin ku heta zarokên wan azad nebin, ew ê ji qadan venekişin.
‘Bêdengî qebûlkirina zilmê ye’
Li Girkê Legê jî, xwendekarên Fakulteya Petrol û Petrolkîmyayê ya Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo malbatên dîlgirtiyan nîşan da. Daxuyanî ji aliyê mamoste Seîd Îbrahîm ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de xwendekaran bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan û wiha hat gotin: “Azadî û rûmet mafên hemû mirovan ên sereke ne. Bêdengiya li hemberî van binpêkirinan, tê wateya qebûlkirina zilmê ye. Em wekî xwendekar heta dawiyê li kêleka doza mafdar a malbatên dîlgirtiyan in.”
Xwendekaran bang li saziyên navneteweyî û raya giştî kir ku ji bo pêkanîna edaletê bikevin nav tevgerê û dengê dayikên bibihîzin.


