Li Brîtanyayê Kurdistaniyan li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî li dar xistin
Li bajarên Newcastle, Edinburgh, Cardiff, Exeter, Coventry, Cambridge û Leedsê bi hezaran kesî êrîşên li ser demokrasiya bingehîn û şoreşa jinan a Rojava şermezar kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku piştgiriyê bidin.

Li gelek bajarên Brîtanyayê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyên hemdem hatin li dar xistin. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li Newcastle, Edinburgh, Cardiff, Exeter, Coventry, Cambridge û Leedsê civiyan, alayên YPG-YPJê û ala Kurdistanê hildan; gel bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî çalakiyan bû.
EXETER
Li Exeterê girseya ku li Sidwell Streetê hatin bal hev, destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava bi armanca tunekirina destkeftiyên gel û bi taybetî jî yên jinan tên kirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Kobanê di salên 2014-2015an de di pêşengiya YPJê de bû sembola berxwedana li dijî DAIŞê, lê îro heman bajar dîsa di bin dorpêçê de ye.
Hat diyarkirin ku elektrîk, av û hewcedariyên bingehîn hatine birîn û sivîl bi birçîbûn û sermayê re rû bi rû mane. Her wiha hat gotin ku revê ji girtîgehên ku DAIŞî lê ne, ji bo hemû cîhanê gefeke cidî ye. Girseya gel got: "Sîstema Rojava ya ku li ser bingeha azadiya jinê hatiye avakirin, tê armanckirin."
CAMBRIDGE
Di çalakiya li Cambridgeê de hat destnîşankirin ku sîstema demokrasiya bingehîn, pêşengiya jinê û wekheviya gelan a li Rojava hatiye avakirin, tê xwestin ku were rûxandin. Beşdaran bibîr xistin ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, lê li dijî baviksalarî serhildaneke dîrokî ye.
Di daxuyaniyan de hat gotin ku jinên kurd tên qetilkirin û bedena wan tê nîşandan, ev jî polîtîkayeke bi hişmendî ya çewisandinê ye. Girseya gel peyama “Ev êrîş ne operasyoneke leşkerî ye, şerekî îdeolojîk ê li dijî şoreşa jinê ye" da.
EDINBURGH
Çalakiya li Edinburghê li The Moundê pêk hat. Di daxuyaniyan de hat gotin ku Brîtanya di têkoşîna li dijî DAIŞê de bi hêzên kurd re muttefîk bû, lê îro ev hêz bi tenê hatine hiştin.
Di axaftinan de hat gotin: "Hêzên Kurd li dijî komkujiya DAIŞê ya li Manchesterê bi leşkerên Îngilîz re şer kirin, îro heman DAIŞî di nav kaosekê de dîsa serbest dimînin." Her wiha hat diyarkirin ku zêdetirî 150 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û hebûna jin û kêmneteweyan di bin xetereyê de ye.
CARDIFF
Di çalakiya li Queen Street a Cardiffê de girseyê helwesta durû ya welatên Rojava teşhîr kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi şerê Iraqê re rê li ber DAIŞê hat vekirin, îro jî bi êrîşên dronan û kordînasyona Tirkiyeyê Rojava tê armanc kirin.
Hat diyarkirin ku "Li ber çavên me qirkirinek pêk tê û Rojava bêdeng e" û hat gotin ku ev bêdengî tê wateya hevkarîkirina di sûc de. Di çalakiyê de bang li hikûmeta Înglandê hat kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava gavan biavêje.
NEWCASTLE
Di çalakiya li Newcastle de hat gotin ku şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû mirovahiyê hêviyek e. Hat diyarkirin ku qadên jiyana jinan ên wekî Jinwar, xwerêveberiya jinan û nûnertiya wekhev tên armanc kirin.
Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku rola hikûmeta navendî ya Sûriyeyê û hişmendiya cîhadî ya ji bo jinan diyar e û hat destnîşankirin ku destkeftiyên li Rojava hatine bidestxistin wê neyên radestkirin.
COVENTRY
Axivêrên di çalakiya li Coventry de bal kişandin ser wê yekê ku êrîşên li ser Rojava ne pêvajoyeke entegrasyonê ne, polîtîkayeke teslîmgirtina bi zorê ye. Di daxuyaniyan de hat gotin ku ewlehiya jin û kêmneteweyan bi tu awayî ne di bin garantiya kesî de ye.
Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku çareseriya federal û demokratîk tenê rêya derketinê ye û bang hat kirin ku piştgiriya navneteweyî ya bi gelê Rojava re were mezin kirin.
LEEDS
Di çalakiya li Leedsê de hat diyarkirin ku avahiya civakî ya pir-nasnameyî ya Rojava tê armanc kirin. Bal hat kişandin ku ev sîstema ku kurd, Êzidî, Suryanî û Ermen bi hev re lê dijîn tê xwestin ku were tunekirin.
Di daxuyaniyan de bang hat kirin ku li dijî tasfiyekirina vê jiyana ku di pêşengiya jinê de hatiye avakirin, piştgiriya navneteweyî were xurtkirin.


