Li dijî êrişa Parka Rojîn Kabaîşê bertek nişan dan

Li navçeya Farqînê êrîşa li dijî tabelaya Parka Rojîn Kabaîşê hate şermezarkirin. Hevşaredara Farqînê Sevîm Biçîçî diyar kir ku ev êrîş ne tenê li dijî tabelayekê ye, di heman demê de êrîşek e ku li dijî hebûn û birêxistinbûna jinan a di qada giştî de hatiye kirin.

1 deqe xwendin
Li dijî êrişa Parka Rojîn Kabaîşê bertek nişan dan

Di 18ê Hezîranê de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve li dijî tabelaya Parka Rojîn Kabaîşê êriş hate kirin. Hevşaredarên Farqînê, xebatkarên şaredariyê û endamên Meclîsa Jinan ev êriş li navçeyê şermezar kirin. Girseya ku li ber avahiya şaredariyê kom bû, heta Parka Rojîn Kabaîşê meşiya û bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir. Hevşaredarên Farqînê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, endamên Meclîsê yên jin û gelek jin tev li daxuyaniya protestoyê bûn.

Hevşaredara Farqînê Sevîm Biçîcî ya ku di daxuyaniya axivî, destnîşan kir ku ev êrîş ne tenê li dijî tabelayekê ye, di heman demê de êrîşeke li dijî hebûn û birêxistinbûna jinan a li qada cemaweriyê de hatiye kirine.

Sevîm Biçîcî berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev êrîş, wekî helwesteke hişmendiya mêrsalar ku li dijî civakîbûn û xuyabûna jinan a di jiyana cemaweriyê de ye, tê nirxandin. Ne tenê Parka Rojîn Kabaîşê, di serî de Parka 8ê Adarê, em di parkên xwe yên din de jî bi pirsgirêkên wiha re rûbirû dimînin. Li dijî vê hişmendiya zordar û mêrsalar a li ser qadên jiyanê yên jinan, têkoşîna jinan dê bi biryardarî berdewam bike.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku derbarê êrişa li ser tabelaya parkê de karûbarên hiqûqî yên pêwîst hatine destpêkirin.