Li Ewropayê panêla hişemdiya ziman

Mamosteya kurdî Seyran Hama Saleh ku bi sedema Roja Zimanê Dayikê li Bernê axivî, bal kişand ser vê yekê ku ji bo kurdên li Ewropayê hişmendiya zimanê dayikê jiyanî ye; Saleh diyar kir ku kursên kurdî yên li Swîsreyê di heman demê de qadên parastinê ne.

1 deqe xwendin
Li Ewropayê panêla hişemdiya ziman

Li paytexta Swîsre Bernê, di çarçoveya 21ê sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de ji aliyê saziyên kurd ve panelek hate organîzekirin. Gelek xebatkarên Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê, siyasetmedar, rewşenbîr û Kurdistanî beşdarî çalakiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bûn.

Panel, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre kesên ku li ser zimanê kurdî xebatan dimeşînin pêşkêşiyên xwe kirin.

Mamosteya zimanê kurdî û wergêr Seyran Hama Saleh di panelê de axivî û destnîşan kir ku ji bo Kurdên li Ewropayê dijîn hişmendiya zimanê dayikê girîngiyeke jiyanî da nîşan. Seyran Hama Saleh ku bi salan e li ser zaravayê Soranî dixebite, diyar kir ku kursên kurdî yên li Swîsreyê ne tenê bernameyên ziman in, di heman demê de qadên parastina bîra çandî ne.

Seyran Hama Saleh wiha got “Civaka ku zimanê xwe yê dayikê winda bike, bîra xwe jî winda dike. Ji bo Kurdên li Ewropayê ziman, bingeha herî bingehîn a nasnameyê ye” û destnîşan kir ku divê bi taybetî ji bo nifşên ciwan xebatên perwerdehiyê yên sîstematîk werin zêdekirin.

‘Zindîkririna ziman berpirsyariya civakiye’

Fazil Kerkûkî jî bal kişand ser kûrahiya dîrokî û çandî ya zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî. Kerkûkî diyar kir ku piştî serhildana sala 1991ê ya Başûrê Kurdistanê bi awayekî çalak beşdarî xebatên siyasî û çandî bûye û girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî destnîşan kir.

Kerkûkî anî ziman ku, “Ziman nasnameya milet e. Heke em nekaribin zimanê xwe biparêzin, em nekarin destkeftiyên xwe yên dîrokî jî biparêzin.”

'Divê em xwedî li ziman derkevin’

Ronî Bora jî diyar kir ku zimanê dayikê ne tenê amûreke ragihandinê ye, di heman demê de sembola berxwedan û hebûnê ye. Bora yê ku bi salan e di qada perwerdehiyê de dixebite, diyar kir ku divê Kurdên li Ewropayê di asta saziyan û civakê de xwedî li zimanê xwe derkevin. Ronî Bora, axaftina xwe bi helbesteke ku bi zaravayê xwe yê dayikê kirmanckî xwend, bi dawî kir.

Çalakî bi vê peyamê bi dawî bû: 21ê kibatê ne tenê rojeke sembolîk e, di heman demê de bangeke têkoşînê ya li dijî polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî ye.