Li Farqînê dê Şahiyên Serhivde bê lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Farqînê dê Şahiyên Serhivde li dar bixin.

1 deqe xwendin
Li Farqînê dê Şahiyên Serhivde bê lidarxistin

Şahiyên Serhivde ku her sal sê rojên dawî yên meha Adarê li navçeya Farqîna Amedê têne pîrozkirin, îsal jî dê bi çalakiyên cur bi cur werin birêvebirin. Ev şahiyên ku bi xweza, bereket û biharê ve têne girêdan û bûne kevneşopî; bi hevkariya Midûriyeta Şaxa Parastina Mîrata Çandî û Muzeyan a Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Farqînê, di 27-28-29ê adarê de li gundê Emerka yê Farqînê dê pêk werin.

Di bernameya şahiya ya ku dê sê rojan bidome de; dîwanên dengbêjan, performansên erbaneyê û qesîde û lawje dê cih bigirin.