Li Fransayê polîsan bi ser komeleya kurdan de girt
Polîsên Fransayê li bajarê Draguignanê avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk.

Polîsên Fransayê li bajarê Draguignanê avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk. Li gorî agahiyên nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fîratê (ANF), lêkolîna li avahiya komeleyê berdewam dike û çar endamên komeleyê jî ji malên xwe hatin binçavkirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Draguignanê daxuyanî da û ragihand ku serdegirtina polîsan a navendeke civakê nayê fêhmkirin û qebûlkirin. Navenda Civakî bang li rayedaran kir ku dest ji krîmînalîzekirina gel û saziyên kurdan berdin. Navendê bang li Kurdistaniyên li Draguignanê jî kir ku xwedî li komeleya xwe derkevin.


