Li Freiburg û Mannheimê civînên gel hate lidarxistin

Di çalakiyên ku li bajarên Freiburg û Mannheim ên Elmanyayê, di çarçoveya 1ê sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê hatin lidarxistin de, êrîşên li ser Rojava û parastina destkeftiyên gelê kurd, hatin nîqaşkirin.

1 deqe xwendin
Li Freiburg û Mannheimê civînên gel hate lidarxistin

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê, di çarçoveya 1ê sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê de civîna gel hate lidarxistin. Civîn ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hevserokê Meclîsa Freiburgê Salih ku di civînê de axivî, şehîd Ehmed Omer bi bîr anî û diyar kir ku seferberiya ku tê meşandin xwe dispêre hêza cewherî ya gel û got ku wê pêvajo bi gel re were meşandin. Salin, bêdengiya hêzên navneteweyî bi taybet ta DYAyê li dijî êrîşên li ser Rojava rexne kir.

Di nirxandinên civînê de hate destnîşankirin ku dewlet di vê pêvajoyê de baweriyê nadin û hate destnîşankirin ku parastina destkeftiyên kurdan xwedî girîngiyeke mezin e. Axaftvanan îşaret bi girîngiya derketina li qadan, pêşxistina xebatên dîplomatîk û berdewamkirina têkoşîna parastina Rojava, kirin.

MANNHEIM

Di heman rojê de, li bajarê Mannheimê jî panelek bi rojeva Rojhilata Navîn û Rojava hat lidarxistin. Panel ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê despê kir. Doktor Dersim Dagdeviren, Berpirsê Têkiliyên Derve yê PYD’ê ya Elmanyayê Xalid Derwêş û nûnerê Die Linke Alexander Glasner-Hummel tevlî panelê bûn.

Dersim Dagdeviren, îşaret bi hewldanên aştiyê ya berê li ser çareseriya pirsgirêka kurd kir û diyar kir ku agirbest di asteke mezin de yek alî dimînin û pêvajo bi destwerdanên cuda tê rawestandin.

Nûnerê PYDê Xalid Derwêş jî diyar kir ku mayîndebûna destkeftiyên li Rojava, girêdayî pêkanîna aştiyê û berpirsyarî girtina aktorên navneteweyî ye. Derwêş destnîşan kir ku gelê Rojava ne çek, jiyaneke li ser bingeha perwerde, demokrasî û wekheviyê dixwaze. Her wiha bal kişand ser îradeya jiyana hevpar a gelên cuda, kurd, ereb, Suryanî û Êzidiyan.

Nûnerê Die Linke Alexander Glasner-Hummel jî diyar kir ku tevgera kurd nêzî 40 sal in li Elmanyayê rastî zext û krîmînalîzasyonê tê.

Glasner-Hummel diyar kir ku ji beriya qedexeya PKKê û vir ve, azadiya penaberî, derbirîn, çapemenî û rêxistinbûnê di astekî cidî de hatiye binpêkirin û bang ku kir ev pêvajo ji aliyê dîroknas û zanyarên civakî yên serbixwe ve bi awayekî berfireh were lêkolînkirin û arşîvên dewletê werin vekirin.

Panel piştî beşa pirs-bersiv bi dirûşmeyên, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.