Li gel biryara agirbestê jî êrişî Başûrê Kurdistanê kirin
Tevî ragihandina agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de, êrişên komên çekar ên girêdayî Îranê dewam dikin. Divê çarçoveyê de duh derengiya şevê li Hewlêrê dronek hate xistin.

Îran û Amerîkayê ji bo agirebsta 15 rojan li hevkirin, lê êrişên komên çekar ên girêdayî Îranê dewam dikin. Divê çarçoveyê de duh derengiya şevê li Hewlêrê dronek hate xistin.
Tevî agirbestê jî êrişî Başûrê Kurdistanê kirin
Tevî Amerîka û Îranê ji bo rawestandina şer, agirbestek ji bo 2 hefteyan ragihandine, lê êrişên komên çekdar ên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Li gorî agahiyan duh bi şev li ser asîmanê Hewlêrê dengê dronan hatiye bihîstin. Hate zanîn drona ku dixwest êriş bike, li ser asîmanê Hewlêrê ji aliyê sîstema parastinê ve hatiye xistin. Li gorî agahiyan tiştek bi kesê nehatiye.


