Li Girtîgeha Dumluyê sûçê derexlaqî tê kirin
Girtiyê bi navê Ramazan Kaya ku li Girtîgeha Dumluyê ya Erziromê tê ragirtin, diyar kir ku ew di bin navê lêgerînê de ji aliyên gardiyanan ve tên tacîzkirin.

Girtiyê bi navê Ramazan Kaya yê li Girtîgeha Hejhmar 2 a Ewlehiya Bilind a Dumluya Erziromê tê ragirtin, di axaftina li ser telefonê ya bi malbata xwe re sepanên binpêkirinê ragihand. Kaya diyar kir ku wan li dijî vê lêgerîna di 16ê sibatê de derbarê mudiriyeta girtîgehê serlêdana sûc kirine. Ramazan Kaya ev agahî dan malbata xwe: “Di 16ê sibatê de gardiyanê em ji bo hevdîtinê derxist, xwest lêgerînê bike. Bes lêgerîna wî di asta tacîzê de bû. Qeyda kamerayê jî xuyaye ku 34 caran lêgerîn kir. Di lêgêrina li ser laş de nexasim singa me, ran û pişta me bi awayek taczîrwarî pêk hat. Dema me nerazîbûn nîşan da jî got ku ‘lêgerîna min wiha ye. Rêziknameya min wiha ye.”
‘Midûr qardiyanan diparêze’
Ramazan Kaya der berî ku derbarê mijarê de daxwazname ji midûrê girtîgehê re nivivî û gilî kir. Ramazan Kaya ev agahî dan: “Ji ber ku midûrê girtîgehê gardiyanên wiha diparêze, li ser qeydên kamerayê destwerdanan dike û ji ber vê giliyên me bêencam dimîne. Em niha bi lêgerînên wek tecawizê yên wî gardiyanî re rû bi rû dimînin. Heke carekî din ew gardiyan were ji bo parastina rûmeta xwe em ê ji odeyê denekevin. Ji bo vê em neçar in ku tevdîrekî wiha bigirin. Ji ber ku midûrê girtîgehê piştgiriyê dide tacîzên wiha û wan diparêze, sepanên wiha tên kirin. Em bi rêya malbatê bangî saziyên têkildar ên dewletê û raya giştî dikin. Li vir rûmeta miorv tê binpêkirin. Mafê me yê herî bingehîn jî bi sepanên tacîzê tên astengkirin. Em ji bo vê bangî raya giştî dikin.”


