Li girtîgehên Îranê çalakiyên li dijî darvekirinê

Li girtîgehên Îranê çalakiya "Sêşema li dijî darvekirinê" di hefteya 127emîn de li 57 girtîgehên cuda dewam kir.

1 deqe xwendin
Li girtîgehên Îranê çalakiyên li dijî darvekirinê

Koma Kampanya 'Sêşema na ji darvekirinê re' li ser hefteya 127emîn a çalakiya li 57 girtîgehên Îranê dewam dike, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rêveberiya otorîter a li desthilatdariyê mekanîzmaya zext û înfazê bi dewam dimeşîne.

Li gorî daxuyaniyê, ji meha Gulanê heta bi Hezîranê nêzî 140 kes ji aliyê rejîmê ve hatin darvekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, koma kampanyayê û girtiyên siyasî wê her Sêşemê greva birçîbûnê dewam bikin û heta têkoşîna wan bi ser bikeve wê li ber xwe bidin.