Li Îranê zanîngeh pêşengiya xwepêşandanan dikin

Li Îranê pêla nû ya protestoyên xwendekaran û gel di şevên dawî de berfireh bû. Li gorî ragihandinên medyaya navneteweyî û çavkaniyên herêmî bi destpêka sala akademîk a nû re li gelek zanîngeh û bajaran çalekî pêk hatin.

1 deqe xwendin
Li Îranê zanîngeh pêşengiya xwepêşandanan dikin

Li gorî Reutersê, di 21ê sibatê de xwendekaran li zanîngehên mezin ên Tahranê yên wekî Zanîngeha Teknolojiyê ya Şarîf, Zanîngeha Amir Kabir û Zanîngeha Şehîd Beheştî protesto lidarxistin. Xwendekaran di kampûsan de çalakî pêk anîn, sloganên li dijî hikûmetê berzkirin û li hin cîhan bi hêzên rejîmê re rageşî jî çêbû. Ajansê diyar kir ku protesto bi taybetî li ser zext, cezakirin û şertên siyasî yên li zanîngehan pêk hatin.

Zanîngeh pêşengiya xwepêşandanan dikin

Li Zanîngeha Fîrdewsî ya Meşhedê xwendekar civiyan û di kampusê de meş lidarxistin û slogan avêtin. Li gorî ragihandinan, rejîma Îranê hêzên çekdar şandin zanîngehan û kontrolên ewlehiyê zêde kir. Ev zanîngeh di nav navendên sereke yên protestoyan de hate hesibandin.

Slogana ‘ji dîktator re mirin’ hate berzikirin

Li Tahranê hin xwendekaran li ber pirtûkxaneyan û meydanan civiyan û ji bo kesên ku di protestoyên berê de hatibûn kuştin an jî girtin, bîranîn û rûniştinên bêdeng lidarxistin. Li gorî ragihandinên medyayê, di van civînan de sloganên wekî “Mirin ji diktator re” û “Em dê heta dawiyê têbikoşin” hatin bilindkirin.

Rejîm êrişî çalakgeran dike

Protesto ne tenê li zanîngehan man. Li bajarên din jî gel derket kolanan. Li Abadanê çalakiyên girseyî pêk hatin û gel sloganên ji bo mafên azadî û siyasî berz kirin. Li Şîraz û Îsfanê jî komên ciwanan û xwendekaran meşên protestoyî lidarxistin. Li hin deveran wêneyên kesên ku di protestoyên berê de jiyana xwe winda kiribûn, hatin hildan û li dergeh û kolanan hatin asêkirin.

Rêjîma Îranê li dijî vê pêlê bi şidetê bersiv da. Hêzên çekdar û endamên Basij şandin gelek zanîngeh û navçeyan. Di hin deveran de pevçûnên kurt di navbera xwendekaran û hêzên rejîma Îranê de çêbûn. Hêzên rejîmê kontrolên nasnameyê û bi kamerayan şopandina çalakiyan zêdekirin.

Bi giştî, tabloya dawî nîşan dide ku protestoyên xwendekaran dîsa bûne yek ji mijarên sereke yên Îranê. Belavbûna wan li gelek bajar û zanîngehan, digel bersiva ewlehiyê ya hişk, nîşan dide ku rageşiya civakî û siyasî hîn jî berdewam e.