Li Kampa Çemmişko şewat derket

Li kampa Çemmişko ya koçberên Şengalê ku li nêzî bajarê Zaxoyê ye, ji ber pirsgirêka elektrîkê agir bi konan ket û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

1 deqe xwendin
Li Kampa Çemmişko şewat derket

Bûyer doh derengiya şevê rû da. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji ber temasa elektrîkê agir bi beşeke kampê ket. Di encama şewatê de 3 konên koçberan bi temamî şewitîn. Ziyaneke mezin a madî gihîşt malbatên koçberan. Di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev bûyer di nava meha sibatê de dibe cara sêyemîn ku agir bi kampên koçberên Êzidî dikeve. Di şewatên berê yên vê mehê de, ji bilî ziyanên madî yên giran, ziyanên canî jî çêbibûn.

Pirsgirêka sîstema elektrîkê û nebûna tedbîrên ewlehiyê yên li kampan, jiyana koçberan dixe bin metirsiyê û her sal bi dehan malbat ji ber van şewatan malwêran dibin.