Li Kobanê de 14 wesayît û tankên çeteyan hatin teqandin

Li gundên derdora Kobanê êrişên komên çeteyan berdewam dikim. Di encama bersivdayîna hêzên YPG û YPJê de 10 wesayît, 2 tank, panzerek û wesayiteke ku çeka doçka li ser barkirî bû, hatin rûxandin.

1 deqe xwendin
Li Kobanê de 14 wesayît û tankên çeteyan hatin teqandin

Li gorî agahiyên ANHAyê komên çete tevî agirbestê jî ji şeva 25ê Çileya 2026an ve êrişê gundên derdora Kobanê dikin. Hat ragihandin ku li bajaroka Çelebiyê û gundê Xirab hişkê komên çeteyan bi 6 tankan, gelek wesayîtên zirxî û hejmarek zêde ya çeteyên xwe êriş kirin. Şervanên HSD, YPG û YPJê di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan û pevçûnên dijwar rû dan.

Hat gotin ku di encama pevçûnan de li gûndê Xerab Hişkê û derdora fabrîqa çîmentoyê ya Çelebiyê 7 wesayît, 2 tanq, panzer û wesayitek doçka hatin hilweşandin. Hat gotin ku gelek tank û wesayîtên êrişkaran jî hatine derbkirin û çeteyan xwe paşve kişandin. Li gorî agahiyan gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne.

Herwiha di pevçûnên li gûndê Zêrik de jî 3 wesayîtên çetayan hatin rûxandin. Hat diyarkirin ku li gûndê Qasimiyê û derdora fabrîqeya çîmentoyê ya Çelebiyê şer didomin.