Li Koye bermahiyên 5 hezar salî hatin dîtin

Di encama xebatên kolandin û parastina bermahiyên dîrokî de, li herêma Gomeşîn a Şêxan a bajarokê Koye ya Hewlêrê, gelek parçeyên bermahî û kelûpelên dîrokî hatin dîtin. Di navde berhemên 5 hezar salî jî hene.

1 deqe xwendin
Li Koye bermahiyên 5 hezar salî hatin dîtin

Berpirsê Navenda Bermahiyên Dîrokî ya Koyeyê Yekîtî Wahîd, ji Ajansa ROJNEWSê re ragihand ku ji ber projeya çêkirina rêya navbera Koye û Hewlêrê, tîmên arkeolojiyê dest bi kolandinên lezgîn ên rizgarkirinê kirine da ku bermahiyên dîrokî yên herêmê ji metirsiya tunebûnê biparêzin. Serpereştyarê tîma kolandinê Arkeolog Hêmin Neman, derbarê mijarê de ji Rojnewsê re zanyariyan parve kir: “Gelek parçeyên bermahiyên dîrokî yên giring hatine dîtin ku beşek ji wan digihijin serdemên Part, Helenî ku nêzîkî 3 hezar sal beriya zayînê (B.Z) ye.”

Hêmin Neman diyar kir ku di nav tiştên hatine dîtin de gog, metal û gelek amûr û kelûpelên din ên dîrokî hene ku ji bo karên rojane hatine bikaranîn.

Hêmin Neman da zanîn ku di kolandinê de sê gor jî hatine dîtin ku tabûtên taybet ên du ji wan hebûne, di gora din de jî nîşanên zayenda mê hatine dîtin. Li gorî gotina pisporan, ev dîtin giringiyeke dîrokî ya taybet heye û nîşan didin ku devera Koye û Başûrê Kurdistanê ji serdemên kevnar ve navenda jiyanê bûye û bandora wê derbasî herêmên din ên derdorê bûye.