Li Mêrsînê Dayikên Aştiyê û TJA'yê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê û endamên TJA'yê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê bi çalakiyekê rojbûna 77'emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Gelek jin beşdarî pîrozbahiya li avahiya Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê bûn. Posterê Abdullah Ocalan, ligel alayên kesk û sor û zer hatin daliqandin. Dayikên Aştiyê pasteya ku bi xwe amade kirin birîn û dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Rojbûna te pîroz be Serok" berz kirin. Her wiha stranên ku li ser Abdullah Ocalan hatin çêkirin gotin.
Piştî pîrozbahiyê, dayikan ji bo 4'ê Nîsanê li baxçeyê avahiya Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê şitlên zeytûnan çandin.
WAN
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo rojbûna Abdullah Ocalan pîrozbahiyek li dar xist. Bi sedan jin beşdarî merasîmê bûn ku li Hola Dawetê ya Beyaz Saray a li Taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê hat lidarxistin. Pîrozbahî bi xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newrozê dest pê kir û bi pêşkêşkirina vîdeoyekê li ser jiyana Ocalan, xwendina helbestan, pêşbirka agahiyan û govendên gelêrî berdewam kir.
Çalakî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.


