Li Mexmûrê koma 202yan nobeta azadiyê dewir girt

Li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, çalakiya nobedê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 202yan didome.

1 deqe xwendin
Li Mexmûrê koma 202yan nobeta azadiyê dewir girt

Li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), çalakiya nobetê ya ku di 20ê Tîrmeha 2023yan de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 202yan ket qonaxeke nû.

Merasîma dewrkirina nobetê li Saziya Komîteya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê koma 201ê, Dîcle Kara daxuyanî da. 

Di daxuyaniyê de şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî hatin bîranîn û hat diyarkirin ku tecrîda li ser Rêber Apo berdewam dike. Hat destnîşankirin ku piştî navbereke du mehî hevdîtinek bi Rêber Apo re hatiye kirin, lê dewletê di vê mijarê de tu gav neavêtine û bêdengiya xwe diparêze.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku heta tecrîd bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, wê çalakî bê navber bidomin.

Piştî merasîmê, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ciwan fedayê Rêber Apo ne” hatin berzkirin.