Li navçeya Rezan a Amedê narkotîk û çetebûyîn zêde dibe

Li navçeya Rezan a Amedê bikaranîna narkotîkê û çetebûyîn ne tenê pirsgirêkeke ewlekariyê ye, di heman demê de işaretê bi krîzeke pir alî ya ji ber kêmasiya polîtîkayên civakî, bêkarî û xizaniyê dike.

1 deqe xwendin
Li navçeya Rezan a Amedê narkotîk û çetebûyîn zêde dibe

Li navçeya Rezan a Amedê bikaranîna narkotîkê û çetebûyîn ewqasî zêde bûye ku êdî nikare tenê weke sernavekî krîmînal bê nirxandin. Ev dîmenê li nava taxan ji aliyekî ve ciwanan dikişîne nava xwe, li aliyê din jî qadeke nû diafirîne ku otorîteyê dike mijara lêpirsînê.

Bi taybetî di salên dawî de zêdebûna madeyên sentetîk ên narkotîkê kir ku temenê bikaranînê gelekî dakeve. Ev yek ne tenê hilweşîneke şexsî ye, di heman demê de pêvajoyeke welê ye ku taybetmendiya taxê parçe dike, avaniya malbatê dihejîne û jihevketina civakê bi lez dike. Li navçeyê narkotîk êdî ne tenê encamek e, di heman demê de veguheriye hêmaneke sereke ya têkiliyên sûc ên nû.

Di vir de jî çetebûyîn dikeve dewrê. Avaniyên li dora bazirganiya narkotîkê ava dibin, ne tenê karê aboriyê yê îllegal dike; di heman demê de li taxan 'pergaleke tarî' jî ava dike. Atmosfereke welê diafire ku zext li ser dikandaran tê kirin, zor li ciwanan tê kirin ku tevlî van avaniyan bibin û tundiyê dike beşek ji jiyana rojane.

Hesta 'valahiyê' ya li navçeya Rezanê timî tê bilêvkirin, di vir de derdikeve pêş. Xizanî, bêkarî û nebûna derfetên civakî ji bo nifûsa ciwanan rêyên alternatîf kêm dike, avaniyên çete jî vê valahiyê bi lez dadigirin. Ev avaniyên ku hesta aîdiyet, qezenç û hêzê pêşkêş dikin, bala wan ciwanan dikişînin ku li derveyî sîstemê hatine hiştin. Bi vî rengî sûc ji tercîhekê wêdetir vediguhere meylekê.

Rewşa heyî ya polîtîkayên ewlekariyê jî li pêşberî vê rewşê kêm dimîne. Ji ber ku bi sedema rastî ya meseleyê danakeve û naxwaze dakeve, operasyon û kontrola zêde çareseriyê bi xwe re nîne. Ji ber ku krîza li Rezanê ne tenê sûcek e; pêwendiya xwe bi mercên ku wî sûcî diafirîne heye. Qutbûna ji perwerdeyê, kêmasiya derfetên kar û lawaziya polîtîkayên civakî heta ku dewam bike wê narkotîk û çetebûyîn jî jinûve hilbere.

Li Rezanê zêdebûna rêjeya bikaranîna narkotîkê bandora herî giran li zarokan dike. Li gorî gotinên malbatên li navçeyê, pirsgirêk tenê şexsî nîne, di heman demê de xwedî wê rîskê ye ku aliyekî xwe yê civakî jî heye.

Î.A. ku di sala 2017'an de ji ber bûyerên ji ber bikaranîna narkotîkê bi serê kurê wî yê 15 salî de hat neçar ma ji Amedê koç bike, qala wê pêvajoyê kir:

"Wê demê em li taxa Yanik Koşk a Rezanê diman. Sê zarokên min hene, yekî ji yê din cuda nakim. Kurê min ê ku dest bi bikaranîna narkotîkê kir diçû lîseyê. Em bi derengî vê rewşê hesiyan. Şaşitiya me jî heye, eger em zû pê hesibûyan wê bi vî rengî nebûya."

Î.A. diyar kir ku hin kesên piştre hatin taxê dest bi firotina madeyên narkotîkê kir û got, "Em piştre hîn bûn ku çend ciwanên hatin taxê ev kar dikirin. Destpêkê em çûn emniyetê, me gilî kir. Hatin, lê nihêrîn lê belê gotin, 'tiştek nîne'. Halbûkî li taxê dihate zanîn ku van kesan madeyên narkotîkê difirotin. Me weke şêniyên taxê gelek caran gilî kirin lê belê nekarîn ti encamê bi dest bixin."

Î.A. ragihand ku ji ber giliyê bazirganên narkotîkê kir gelek caran êriş lê hate kirin û got, "Wê demê ez li firinê dixebitîm. Êvarekê dema vegeriyam malê, gelek kes derketin pêşiya min û gotin, 'Te giliyê me kiriye?' û êrişî min kirin. Ji wê kêliyê û pê ve em ji bo jiyana xwe hem jî ji bo jiyana zarokên xwe ketim nava fikaran. Bi lez û bez me alavên xwe kom kir û bar kir gel xizmên xwe yên li Xarpêtê. Neçar mam ku dest ji karê xwe berdim. Me her tiştên xwe li pişt xwe hişt. Kurê min tedawî bû û rehet bû. Em jî di sala 2021'ê de careke din vegeriyan warê xwe. Lê bivê nevê mirov hîn jî ditirse."

Malbateke din a ku kurê wan ketiye nava çirava narkotîkê, anî ziman ku firotina madeyên narkotîkê salên dawî gleekî zêde bûye û got, "Berê ne ewqasî zêde bû. Lê belê bi taybetî piştî sala 2016'an nîvê şevê bi rehetî narkotîk êdî hate firotin."

Malbatê diyar kir ku li navçeyê çeteyeke diyar bi rêxistinî tevdigere, li taxan madeyên narkotîkê bi zanebûn belav dike û got, "Li gel giliyan jî tiştek nehate kirin. Ev rewş bû sedem ku narkotîk bi ber çavê mirovan li taxan belav bibe."