Li Pasûrê 3 kes mirin

Îskeleya pira li ser rêya Pasûr û Mûşê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Rêbejahiyê û Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) tê çêkirin, hilweşiya.

1 deqe xwendin
Li Pasûrê 3 kes mirin

Îskeleya pira li ser rêya Pasûr û Mûşê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Rêbejahiyê û Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) tê çêkirin, hilweşiya. Di hilweşandinê de Şehmûs Anustekîn, Tahsîn Dere û Saliha Lale jiyana xwe ji dest dan. Hat hînkirin ku rewşa Cuneyt Narin û Mehmet Şîrîn Yalçiner jî giran e.

Hat ragihandin ku hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêveberên navçeyan û gelek kesên din ji bo alîkariya çûn cihê bûyerê.

Hat diyarkirin ku kesên jîyana xwe ji dest dane di Şirketa Înşaetê ya Maktaş de dixebitîn.