Li pêş Balyozxaneya Îsraîlê 2 polîs birîndar bûn

Li pêşberî Balyozxaneya Îsraîlê ya Stenbolê pêvçûnek rû da û di encamê de 2 polîs birîndar bûn. Emniyetê têkildarî bûyerê daxuyand ku “3 kes hatine bêbandorkirin.”

1 deqe xwendin
Li pêş Balyozxaneya Îsraîlê 2 polîs birîndar bûn

Li navçeya Beşîktaş a Stenbolê li pêşberî avahiya Balyozxaneya Îsraîlê dengê çekan hat bihîstin. Gelek kom sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 

Di daxuyaniya Mudiriyeta Emniyetê ya Stenbolê hat gotin ku “3 kes hatine bêbandorkirin.” Hat diyarkirin ku di bûyerê de 2 polîs jî birîndar bûne.