Li Pîranê 10 roj in daristan diweşite
Li bejahiya gundê Prejman ê navçeya Pîran a Amedê, di 1'ê hezîranê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Piştî operasyonê agir bi bejahiyê ketibû û bêyî bê tefandin 10 roj in didome.
•
1 deqe xwendin

Li bejahiya gundê Prejman ê navçeya Pîran a Amedê, di 1'ê hezîranê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Piştî operasyonê agir bi bejahiyê ketibû û bêyî bê tefandin 10 roj in didome.
Li gor agahiyên ku çavkaniyên herêmî ragihandin, quntarên Çiyayê Gorseyê duh danê nîvro heya êvarê hatiye bombebarankirin. Hat diyarkirin ku ji ber ba her diçe agir berbelav dibe û gur dibe û esker nahêlin îtfaiye agir bitefîne.


